Li Îzmîr û Edeneyê 3 kes hatin girtin

Li Îzmîrê 2 kes bi îdîaya "propaganda rêxistinê" kirine, li Edeneyê jî kesek bi îdîaya 'endametiya rêxistinê" hatin girtin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta demkî ya AKP'ê di çarçoveya konsepta şer de daye destpêkirin, dewam dikin.

Ji 14 kesên di serdegirtinên malan ên li navçeyên Îzmîr Konak, Bûca û Karabaglarê bi îdîaya endametiya YDG-H hatin binçavkirin, 6 jê piştî ragirtina li emniyete sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê ew radestî dadgehê kir û ji 6 kesan Ozcan Ozhulagun û Mûrat Tanhan bi îdîaya "propaganda rêxistinê" kirine hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê.

EDENE

Li Edeneyê di serdegirtinên pêr ên li malan de endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Parêzer Mehmet Nûrî Toprak, endamên HDP'ê Abîdîn Eye, Emrah Ardici, Kemal Gezîcî, Enes Gokçe, Alî Gokçe, Mûrat Gokçe, Reşît Gokçe, Îsmet Karaoglan û Ercan Daşkesen hatin binçavkirin. Toprak ê di çarçoveya lêpirsîna li Enqereyê de li Edeneyê hat binçavkirin, heman rojê ji Enqereyê re hat şandin. Daşkesen bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hat girtin û ew şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Kurkçulerê.