Li hundir zext li derve li dijî 'yekreng' helwest zêde dibe
Li girtîgehên Tirkiyê zext û êşkence didome, hem li hundir û hem li derve li dijî ‘kincên yekreng’ helwest zêde dibin.
Li girtîgehên Tirkiyê zext û êşkence didome, hem li hundir û hem li derve li dijî ‘kincên yekreng’ helwest zêde dibin.
Diyar bû ku li Girîgeha Tîpa M ya Baybûrtê li dijî girtîgehên jin qedexeya ragihandinê hatiye danîn. Hate gotin ku nahêlin girtiyên jin bi telefonê biaxivin, name û faksan bişînin.
Li gorî agahiyên ku rêveberiya girtîgehê dayî qedexe wê heta 11’ê Sibatê bidome.
ÎZMÎR
Diyar bû ku li Îzmîr Şakranê Girtîgeha Jinan jî girtiyên siyasî bi zorê ji koxuşê wan derdixin, wan dibine koxuşên dî û yên ku li dij vê derdikevin jî têne sirgûnkirin.
ÊN KU 12’Ê ÎLONÊ LI BER XWE DANE
Mahmût Manas û Alîçobanyildi ku 12’ê Îlonê li girtîgeha Amedê girtî bûn diyar kirin ku wê demê jî xwestine wan radest bigirin, kincên yek reng li ser wan ferz kirine lê wê demê li ber xwe dane û kincên yek reng qebûl nekirine.
MALBAT: EM Ê QEBÛL NEKIN
Helwesta li dijî kincên yek reng didome. Sabîha Akkaya diyar kir ku bi kurê xwe yê girtî ye hev ditiye, kurê wê û girtiyên siyasî diyar kirine ew ê kincên yekreng qebûl nekin. Akkaya diyar kir ku ew, malbatên girtiyan jî wê kincên yekreng qebûl nekin û li dijî vê ferzkirinê mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.
Akkaya got got, ‘Di serî de Rêbertiya me, heta ku hemû girtinên siyasî azad bibin û girtîgeh ji holê rabin em ê têkoşîna xwe bidomînin.’’
Dayika girtiyê siyasî Abdullah Kaya Aylîn Kaya jî diyar kir ku ew ê kincên yek reng qebûl nekin û heta ku dawî li vê polîtîkayê bînin wê bêdeng nemînin.
Xizma girtiyê siyasî Nazîme Uyanik jî got, ‘Ez jî weke malbatên dî yên girtiyan qebûl nakim ku hikûmeta Tirk bi zorê kincên yekreng li zarokên me bike û li dij derdikevim. Divê em malbat werin cem hev, bidin dengê zarokên xwe û dengê wan bidin bihîstin.’’