Li Humsê pevçûn
Li Humsê pevçûn
Li Humsê pevçûn
Li derdora bajaroka Seded a Humisê di navbera hêzên Rêjîma Baas û hêzên Muxalefetê ku piştgiriya xwe ji DAIŞ'ê digrin pevçûnên dijwar rûdane.
Li gorî Malpera çavdêriya Mafê Mirovan ku navenda wê Londonê ye li bajaroka Seded a Humis di navbera hêzên Rêjîma Baas û tabûrên muxalefetê yên bi navê "Tabûra El-Xedrae, Tabûra El-Istişhadiyîn, Mexawir Baba Emir" ku piştgiriya xwe ji Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) werdigrin pevçûn qewimîn. Hate gotin ku di encama pevçûnan de kuştî û birîndarên herdû aliyan hene.