Li Hîldesheîmê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn
Li herêma Salzgîtterê Meclîsa Hîldesheîmê saet di 16’an de ji bo cangoriyên meha Gulanê bibîranînek hate lidarxistin.

Di bibîranînê de hevserokê NAV-DEM’ê Tahir Koçer axivî û got, “Di meha gulanê de gelek têkoşerên azadiyê canê xwe feda kirine. Ev meh, di heman demê de meha berxwedanê ye.” Koçer her wiha ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê jî bang kir ku li hemberî dîktatoriyê bila gelê me dengê xwe bidin HDP’ê.
Di bibîranînê de li ser navê Tevgera Jinê Hekîme Yûsev jî axivî û diyar kir ku jinan di bin sîwaneya YPJ’ê de dîrokek nivîsandine û divê em xwedî li şehîdên xwe derkevin û têkoşîna wan geştir bikin.
Piştî merasîmê xwarina ku ji aliyê Meclîsa Hîldeîsmê hatibû amadekirin, li gel hate belavkirin.