Li Hezexê dîwarê şermê hat şermezarkirin

Li Hezexê dîwarê şermê hat şermezarkirin

BDP’a Hezexê, “dîwarê şermê” yê di navbera Nisêbîn-Qamişlo de tê lêkirin bi meşekê şermezar kirin.

Bi pêşengiya BDP’a Hezexê bi armanca şermezarkirina “dîwarê şermê” û ji bo piştgirîdayîna Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a ev 7 roj in li dijî dîwar ketiye “rojiya mirinê” meşek hat lidarxistin. Hemwelatî beriya meşê li Parka Aştî ku hatin gel hev û di nav de rêveberên BDP’ê yên Hezexê, Deştadarê û Ereban, her wiha Wekîlê Şaredarê Hezexê Selahattîn Acar, endamên meclîsa şaredariyê û meclîsa giştî jî ku hebûn ber bi Şaredariya Hezexê dest bi meşê kirin. Di meşê de pankarta, "Em ê diwarê şermê xera bikin" hat vekirin, wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên KCK û PKK’ê ku hatin hilgirtin dirûşmayên dilsoziya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, PKK û YPG’ê re tînin ziman hatin gotin.

Polîsên ku pêşiya meşê girtin xwestin ciwan alan deynin, lê belê ciwanan bi dirûşmayên "PKK gel e gel li vir e”, "Silav silav ji Îmrali re hezar silav”, "Bijî Serok Apo", û " Bijî berxwedana Rojava" bersiv dan polîsan. Tevî hemû israrên polîsan jî girseyê al û flama nedanîn û li ber bendên polîsan daxuyanî dan. Rêveberê BDP’ê yê Hezexê Murat Şen ê daxuyanî da dîwarê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de tê lêkirin şermezar kir. Şen diyar kir ku Serokwezîr dixwaze di navbera kurdan de dîwaran lê bike û xwest lêkirina dîwar bê rawestandin.