'Li hemberî zordariyê ya em ê teslîm bibin, ya jî li ber xwe bidin'

Rewşenbîr û nivîskaran gotin, li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê divê hêzên muxalefetê hemû bi hev re têbikoşin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi bahaneya lêpirsîna Kobanê, li dijî HDP'ê dest bi operasyona qirkirina siyasî kir û 82 kes ji bo 4 rojan destgîr kir ku endamên Desteya Rêveberiya Navendî yên berê, parlamenterên berê û hevşaredar jî di nav de bûn. Gelek partiyên siyasî û hêzên demokratîk li ber vê qirkirina siyasî rabûn.

Nesrîn Nas, Gençay Guroy û Orhan Alkaya ji ANF'ê re axivîn û bang li muxalefeta civakî kir ku bêyî dudilî li gel HDP'ê cih bigirin û destnîşan kirin, ku ev mesele êdî ya hêzên demokrasiyê û paşeroja welêt e.

NERAZÎBÛNA PARTIYÊN MUXALEFETÊ HETA NIHA TÊRKER NÎNE

Prof. Dr. Gençay Gursoy diyar kir ku nerazîbûna ku partiyên siyasî yên muxalîf heta niha nîşan dane têrker nînin û got, "Bêkêmasî divê muxalefet li dijî rejîma zordar, li ber van êrişên li hemberî HDP'ê rabe."

Gursoy bal kişand ser îdîayên ku dibêjin, di dorê de Kemal Kiliçdaroglû û Meral Akşener hene û got, "Di rewş û atmosfereke wiha de ya em ê li ber zextê teslîm bibin, ya jî em ê li ber xwe bidin. Muxatabên vê jî rêxistinê civakî yên sivîl û partiyên siyasî ye. Ya rast, nerazîbûna civaka sivîl nekêm e, lê belê hîn partiyên siyasî sekneke têrker nîşan nedane."

'EV YEK DENGÊ LINGÊ SERDEMEKE HÎN TARÎ YE'

Aborînas û seroka berê ya partiya Anavatanê Nesrîn Nas jî got, "Demeke dirêj e li Tirkiyeyê em nikarin qala hiqûqê bikin. Lewma em nikarin aliyê hiqûqî yê operasyonê nîqaş jî bikin. Tirkiye welatekî welê ye ku demeke dirêj e ji hiqûqê dûr ketiye." Nesrîn Nas destnîşan kir ku ev kiryarên tên kirin ragihandina guhertina rejîmê ye.

Nas anî ziman ku operasyonên tên kirin hewldanek ji bo çavtirsandina tevahiya hêzên demokrasiyê ye û bi dewamî got, "Operasyon bêguman li dijî HDP'ê ye, lê di heman demê de ji bo çavtirsandina tevahiya muxalefeta azadî, demokrasî û hiqûqê ye. Rojeva desthilatdariyê ev e; ji xwe desthilatdarî hemû sazî û rêxistinên li dijî xwe weke gefekê dibîne, tune dike, hewl dide tune bike. Her kesên xwe weke demokrat dibîne, pergala destûra bingehîn diparêzin, muxalefet bi temamî bêyî dudilî divê li dijî van êrişan li gel HDP'ê cih bigirin. Ji ber ku ev yek êdî ji HDP'ê jî wêdetir e, dengê lingê pêvajoyeke hîn tarî ye."

'DIVÊ EM KARIBIN LI HEV BICIVIN'

Hunermend Orhan Alkaya jî destnîşan kir ku desthilatdarî timî polîtîkayeke dijmin diafirîne û got, "Desthilatdariya ku nikare krîza aboriyê ya mezin bi rê ve bibe, li pişt gotinên dijminên hundir û derve hewl dide mirovan bixe bin kontrola xwe."

Alkaya diyar kir ku operasyonên li dijî rewatiya HDP'ê peyameke ji bo hêzên din ên muxalefetê û got, "Ev hemû bûyerên ku diqewimin nîşan didin ku divê muxalefet ji bo demokrasî û aştiya civakî, di mijarên hevpar de li hev bicivin, tifaqê bikin. Divê gotinên, 'te berê wiha kir, filan tişt kir' divê deynin aliyekî. Eger armanca me destûreke bingehîn a demokratîk be, armanca me pêkanîna azadî û aştiya civakî be, wê demê divê em di mijarên hevpar de li hev bicivin."