Li Helebê pevçûnên dijwar: 22 kes hatin kuştin

Li Helebê pevçûnên dijwar: 22 kes hatin kuştin

Di encama topbarankirina taxên Mîrîdiyên û Ferdos ên bajarê Helebê ji aliyê çekdarên opozîsyonê ve 22 welatiyên sivîl hatin kuştin. Di dema şer û pevçûn di navbera rêjîma Baas û çekdarên opozîsiyonê de li deverên cuda berdewam in.

Komên çekdar yên girêdayî opozîsyonê şevê din taxên Mîrîdiyen û Ferdos yên bajarê Helebê bi topên hawanê topbaran kirin. Di encama topbarana Opozîsyona Sûriyê de 17 sivîl, 22 kes hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyan dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe, ji ber ku rewşa gelek birîndaran girane.

Her wiha li aliyekî din çekdarên opozîsyonê hin deverên ku hêzên rêjîmê têde bi cih dibûn li taxa El-Meydan a Helebê topbaran kirin û derbarê ziyanan de ti agahî nehatin bi dest xistin.

Şer û pevçûn li taxên Şêx Seîd, Leyremûn yên bajarê Helebê û derdora nexewşxaneya El-Kindî ya herêma girtîngeha Muslimiyê di navbera herdû aliyan de berdewam in.

Li gund û bajarokên derdora bajarê Helebê jî pevçûn berdewamin. Li gorî agahiyan li bajaroka Kefer Hemra hate ragihandin ku fermandarekî  Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad ê bi navê Ebdilrezaq Mişeel bi dest kesên nediyar li herêma Xan El-Esel hatin Kuştin.

Her wiha bajaroka Mayêr a bakurî bajarê Helebê ji aliyê hêzên rêjîmê ve rastî topbaranê hat û ti ziyanên madî derneketin. Derdora balafirgeha Kiwêris a leşkerî ya ku ji aliyê komên çekdar ve hatiye dorpêçkirin ji aliyê hêzên rêjîmê ve rastî topbaranê hat.