Li Hatayê teqîn: 40 mirî, 100 birîndar

Li Hatayê teqîn: 40 mirî, 100 birîndar

Li navçeya Hatay Reyhanliyê, di encama êrişên bi wesaîtên bombebarkirî de herî kêm 40 kes mirin, zêdeyî 100 kes birîndar bûn.

Li ber avahiya şaredariyê ya navçeya Reyhanliyê, li gorî saeta herêmê di 13.45’an de 4 teqînên cûda rû dan.

Qenala televîzyonê CNNTurk ragihand, ku ji ber teqînê malek hilweşiyaye û elektrîka navçeyê qut bûye.

Wezîrê Karên Hundur ê Tirkiyê Mûammer Guler da xuyakirin, ku di bûyeran de 40 kesan jiyana xwe ji dest dane, 29 jê giran zêdeyî 100 kes jî birîndar bûne. 

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan der heqê bûyerê de daxuyaniyek da û got, “Dibe ku hejmara miriyan zêdetir bibe.  Waliyê Hatayê û rayedarên me li cihê bûyerê ne, lêdikolin ka bûyer ji aliyê kê ve hatiyekirin. Ev pêvajo, pêvajoyeke hesas e. Dibe ku yên xwe li vê pêvajoya nû ranagirin, ev bûyer pêk anî bin.”

“REWŞ HINEKÎ TEVLÎHEV E”

Erdogan axaftina xwe weha dewam kir; Rewşeke din a hesas jî ev e: Hatay bajarekî me yê li ser sînorê Sûriyê ye. Li wê derê 20-25 penaberên ji Sûriyê li kampan dijîn. Dibe ku hin derdorên xwe vê rewşê jî ranagirin, ev bûyer bi armanca sorkirinê kiribin. Divê ev di van mijaran de gelekî bi baldarî tevbigerin. Emê bi sebir tevbigerin û înşalleh emê vê pêvajoyê çareser bikin. Rewş hinekî tevlî hev xuya dike, heta ku zelal bû, hevalên me wê daxuyaniyên pêwist bidin.”

Hêjayî gotinê ye, bûyera teqînê li dû daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku rêveberiya Sûriyê bi bikaranîna çeka kîmyewî tewambar kir, rû da.

Her weha êdî ji aliyê herkesî ve tê dayîn ku li herdu aliyên sînor, komên çekdar bicih bûne.

Bi taybetî, ji ber ku Tirkiyê destek dida rêxistina mîna El Nûsra ya pêwendiya xwe bi El Kaîdeyê heye, nerazîbûn rû dabû.

Heta niha kesî berpirsyariya bûyerê negirtiye ser milê xwe.

Roja 11’ê Sibatê jî, li Deriyê Sînor ê Cîlvegozu yê li navçeya Reyhanliyê wesaîteke bombebarkirî teqiya bû û di encamê de 4 jê Tirkiyeyî 14 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 24 kes jî birîdar bûbûn.