Li Hamburgê Roja Dayîkan hate pîroz kirin

Li Hamburgê Roja Dayîkan hate pîroz kirin

Li bajarê Hamburg yê Almanyayê biboneya Roja Dayîkan ahengek hate li darxistin. Di ahengê de Roja Dayîkan ya dayîkên şehîdan hate pîroz kirin.

Ahenga ku ji aliyê Meclisa Jinan ya Rojbîn ya li Hamburgê hate pêkanîn, bi deqîqeyek rêzgirtina li ser giyanê kesên di tekoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane destpêkir. Piştre peyama Meclisa Jinan ya Rojbîn hate xwendin.

Di peyamê de biboneya Roja Dayîkan li dayîkên şehîdan ku di encama şerê li Kurdistanê zarokên xwe yan jî xizmên xwe windakirine hate pîroz kirin. Peyama ku behsa pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ‘Rizgariya Demokratîk û Pêvajoya Avakirina Jiyana Azad’ daye destpêkirin kir û anî ziman ku, di vê pêvajoyê de yen ku herî zêde tevkariyê bikin û rolek mezin bileyîzin dayîkin. Di peyamê de hate gotin ku, “Ji ber vê çendê pêwîste em yên ku di rêya aştî û azadiyê de zarok û xizmên xwe windakirine bêhtir rol bileyîzin.”

Piştî peyama Meclisa Jinan Parlementera Partiya Çep Cansu Ozdemîr axaftinek kir. Ozdemîr di axaftina xwe de diyarkir ku, di tekoşîna azadiya gelê Kud de rol û keda Dayîkên Aştiyê nayê piştguh kirin. Ozdemîr behsa zoriyên dayîkên ku ji ber sedemên cûda neçar mayî koçî Ewropa bikin kir. Ozdemîr di axaftina xwe de behsa tekoşîna Dayîkên Aştiyê yên li Kurdistanê jî kir û anî ziman ku, hemû deman dayîk herî dawî xwe difikire, ji ber wê sedemê ye ku keda wê zehmete bêdayîn.

Piştî Ozdemîrê gelek dayîkên şehîdan mafê axaftinê girt û anîn ziman ku ew piştgiriyê didin pêvajoya Ocalan daye destpêkirin û ew dê bi awayek aktîf tevlî pêvajoyê bibin.

Aheng piştî xwendina nameya gêrîlayê binavê Mehmet Aydin (Sozdar) nivîsandî, koroya zarok û jinan ya li Hamburgê derket ser dikê û aheng bidawî bû.