Li Hambûrgê êrîş: Herî kêm kesek mir

Hat ragihandin ku li bajarê Elmanya Hambûrgê, êrîşkarekê li marketê bi kêrê êrîşî muşteriyan kir, herî kêm kesek kuşt û gelek kes birîndar kiriye.

Li gorî daxuyaniya polîsê Hambûrgê hat ragihandin ku marketa di navbera Fuhlsbuttler Strasse/Hermann Kaûffmann-Strasse a li Taxa Bamberkê êrîşek hatiye kirin.

Êrîşkar li marketê bi kêrê êrîşî kesên di nava marketê de kiriye û herî kêm kesekê jiyana xwe jidest daye. Di daxuyaniya polîsan de hat ragihandin ku gelek kes birîndar bûne.

Polîsê Hambûrgê diyarkir ku êrîşkar hatiye girtin û daxwaz ji welatiyan kir ku dûr bisekinin ji cihê bûyerê û nehat diyarkirin ku êrîşkar bi çi armancê êrîş pêk aniye.