Li Halebê nûçegîhanekê Al Arabiya hat kuştin

Li Halebê nûçegîhanekê Al Arabiya hat kuştin

Nûçegîhanê kanala televîzyona Ereb Muhammed Saîd, li Halebê di encama suîkastekê de hat kuştin. Hejmara rojnamegerên li Sûriyeyê hatiye kuştin bû 39.

Li gorî malper web ya kanala televîzyonê, rojnameger li gundê Hreytan bi çekan bêdeng hatiye kuştin.

Muhammed Saîd ku li nifûsa Halebê qeydkiriye, di çapemeniyên cuda de dixebitî. Rojnameger li bajar bûyer bi dîmen dida û nûçe radîgihand.

Di meha Nîsanê ya vê salê de  karsazekî Sûiryeyê ku li Kuveytê dixebitî gotibû kî rojnamegerên el-Arabî û El Cezîre yên li Sûriyeyê dixebite, bidest bixe dê 140 hezar dolar xelat bide.

Karsazê bi navê Fehîm Sakr yê li Kuveytê dijî û ji Sûriyeyê ye di meha Nîsanê de bi telefonê tevli televîzyona dewleta Sûriyeyê bû û diyar kiribû ku kî rojnamegerên di El-Erebî û El-Cezîre de dixebitin û li Sûriyeyê dixebitin teslîmê dewletê bike dê 140 hezar dolar xelat bide.

El-Erebiye ku li navenda wê li Suudî Erebîstanê û El-Cezîra ya li Katarê weşandê dike, li dijî rejîma Sûriyeyê weşanê dike.

Li gorî komîteya parastina Rojnamegeran, piştî li Sûriyeyê navxweyî despêkiriye,li vî welatî rojnamegerî pîşeya herî bi xetere.

Rojnameger hem rastî êrîşa komên çekdar û hem jî rastî êrîşa hêzên rejîmê tên. Di sala 2012’an de heta niha 39 rojnameger hatin kuştin û 21 jî hatin revandin.