Li Hagenê cema Xizir

Di cema Xizir a li Hagenê hat organîzekirin de hat xwestin ku Elewî cewherê xwe bijîn.

Elewiyên li bajarê Hagen ê Elmanyayê, di cema Xizir de civiyan.

Pîr Mûstafa Misir cema ku ji aliyê Dergaha Çanda Elewî ya Hagenê hat organîzekirin bi rê ve bir, xwest ku Elewî ne li ti cihên din, di cewhera xwe de li xwe bigiren, wiha axivî: “Divê em baweriya xwe teqez bijîn û ji pêşerojê re ragihînin.”

Mûstafa Misir li postê Pîr rûnişt, hem bi Kurdî hem jî Tirkî wateya cemê û Xizir vegot. Misir wiha anî ziman: “Eger mirovek li hember hinekî din ne xwedî berpirsiyarî be, wê demê ew mirov ji bo wê civakê najî. Eger em wijdan û dilê wî tijî zanebûna berpirsiyariyê bikin, wê demê em ê karibin wî şiyar bikin. Divê em vê çand û baweriyê ji zarokên xwe re ragihînin.”

Piştî 12 xizmetan, bi gotinên Zakir Îsmaîl Ergîn semah geriya.

Herî dawî loqme û niyaz hatin belavkirin.