Li gundên Minbicê şer: 72 dagirker hatin kuştin

Di berxwedana şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de 72 dagirker hatin kuştin. Di şer de 11 şervan şehîd bûn.

BERXWEDANA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ

Berxwedana şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê dewam dike.

Li gorî daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li başûr û rojhilatê bajêr ji doh ve di navbera şervanên wan û dagirkeran de şer diqewime. Hate ragihandin ku heta niha 72 çete di vî şerî de hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hate gotin, bi dehan çete jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Di berxwedana hêzên me yên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya ji duh heya sibeha îro de, hejmara kuştiyên hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bû 72 û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha cenazeyên çeteyan ketin destê hêzên me. Vê sibehê jî erebeyeke çeteyan hat îmhakirin û miqdareke çek û teqmenî hatin destekirin. Bi vê yekê hejmara erebeyên leşkerî yên ku ji aliyê hêzên me ve hatine îmhakirin, bû 7, tevî tankekê û 2 erebeyên doçka li ser hene.

Hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi beşdariya bi sedan endamên rêxistina Huras El Dîn ên Ozbek, Tirkistanî û Çeçen, êrişeke dijwar li ser gundên başûr û rojhilatê bajarê Minbicê û gundên Bendava Tişrînê pêk anîbûn. Hêzên me bersiva êrişan dabû û bi dehan kuştî û birîndarên çeteyan çêbûbûn.

Êrişa duh bi desteka 5 balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker, tank û panzêran li ser gundên Atşana, Seîdîn, Xirbe Tiwênî, Mihşiye Şêx Ubeyd El Mistefa, Xirbe Zemala, Mistaha, Girê Syretel û gundê Elûş ên li başûr û rojhilatê bajarê Minbicê hatibûn kirin. Di encama berxwedana şervanên me de, êriş hat têkbirin û bi dehan çete hatin kuştin.

Hêzên me li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê berxwedaneke mezin raber kir û rû bi rû şerê wan kir. Duh me gelek dîmenên şer û wêrankirina alavên dijmin weşandibûn.

Ji ber berxwedana lehengane ya hêzên me, êrişên çeteyan têk çûn. Lewra dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirên bêmirov û obîsên giran êrişên xwe li ser Bendava Tişrînê zêde kirine. Di encamê de zirarên mezin li hin beşên bendavê bûn. Ev metirsiyan çêbûna zirarên li bendavê û derdora wê zêde dike ku dewleta Tirk jê berpirse.

11 ŞERVAN ŞEHÎD BÛN

Di berxwedana hêzên me ya li hember êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de 11 şervanên me piştî ku tevahî êrişên dijmin têk birin û efsaneyên lehengiyê nivîsandin, gihiştin asta şehadetê.”