Li gorî Saziya Parastina Gumruk û Sînor a DYE’yê (CBP), di navbera salên 2021-2024’an de hejmara Tirkên ku ji sînorên Meksîkayê koçî ABD’yê kirine gihiştine 60 hezar kesî. Li gorî daneyên hatine ragihandin, hat diyar kirin ku 15 hezar 86 welatiyên Tirk ên bi îdîaya binpêkirina qanûnên penaberiyê hatine girtin, piraniya wan ji sînorê Meksîkayê derbasî welêt bûne û daxwaza penaberiyê kirine. Her wiha hat diyarkirin ku 1637 Tirkên ku qanûnên penaberiyê binpê kirine, hatine dersînorkirin.
DAXWAZA PENABERIYÊ TENÊ JI SEDÎ 5’Ê WÊ TÊ QEBÛLKIRIN
Daxwaza penaberiyê ya koçberan ji aliyê dadgeriyê ve tê nirxandin. Ev pêvajo gelek caran bi salan didome û di encamê de tenê ji sedî 5’ê van daxwazan tên qebûlkirin.
Li gorî raporên Polîsê Penaberan û Saziya Parastina Gumruk û Sînor a DYE’yê, di sala 2021'an de 4 hezar û 969, di sala 2022'yan de 19 hezar 470, di sala 2023'yan de 13 hezar û 311, di sala 2024'an de jî 18 hezar û 986 welatiyên Tirk ji sînorê Meksîkayê ketine DYE’yê.
Li gorî qeydên fermî, piraniya kesên ji DYE’yê hatin dersînorkirin, mirovên bi awayekî qaçaxî ji sînorên Meksîka derbasî DYE’yê bûne, bûn.
Hejmara kesên ku di sala 2024’an de ji sînorê Meksîkayê re derbasî DYE’yê bûne û hatine dersînorkirin, li gorî welatan bi vî rengî ye;
Meksîka 87,298
Guatemala 66,435
Hondûras 45,923
El Salvador 15,284
Kolombiya 14,268
Ekvador 12,921
Perû 4,301
Nîkaragûa 3,872
Venezuela 3,256
Komara Domînîk 2,993
Brezîlya hezar 859
Hindîstan hezar û 529
Haîtî 792
Kûba 657
Tirkiye 649
Romanya 611.