DYE wê bi 8 milyar dolarî çekan bifiroşe Îsraîlê
Hate ragihandin ku çend roj beriya destpêkirina dema rêveberiya Trump, biryar hate dayin ku bi 8 milyar dolarî çek ji Îsraîlê re bê firotin.
Hate ragihandin ku çend roj beriya destpêkirina dema rêveberiya Trump, biryar hate dayin ku bi 8 milyar dolarî çek ji Îsraîlê re bê firotin.
Çend roj beriya destpêkirina rêveberiya Donald Trump, hate ragihandin ku li DYE'yê biryar hatiye dayin ku bi 8 milyar dolarî çek ji Îsraîlê re bê firotin. Wezareta Karên Derve ya DYE'yê diyar kir ku têkildarî firotina çekan agahî ji kongreyê re hatiye dayin. Li gorî agahiyan, çekên bi 8 milyar dolarî wê di nava çend salan de bigihêjin Îsraîlê.