Wezîrê Edaletê yê nû yê Şamê kujerê jinan e!
Piştî jêmaya El Qaîde û DAIŞ’ê HTŞ li Şamê bû desthilat, Şadî El Weysiyê ku hat piştrastkirin dijmin û kujerê jinan e, bû Wezîrê Edaletê.
Piştî jêmaya El Qaîde û DAIŞ’ê HTŞ li Şamê bû desthilat, Şadî El Weysiyê ku hat piştrastkirin dijmin û kujerê jinan e, bû Wezîrê Edaletê.
Platforma piştrastkirinê Verify-Syê îdîayên derbarê înfazkirina du jinan a ji aliyê Şadî El Weysî ve piştrast kirin. Dîmen di 4’ê Çileyê de li ser înternetê belav bû. Di dîmen de li Idlibê du jin tên înfazkirin û hat diyarkirin ku kesê ku berî înfazê ‘ceza’yê wan dixwîne di rêveberiya demkî ya Şamê de ‘wezîrê edaletê’ ye. Verify-Syê her wiha diyar kir ku wan xwe gihandiye çavkaniyên HTŞ’ê jî û wan jî dîmen piştrast kiriye.
Agahdariya Verify-Syê wiha ye: “Dîmenekî ku Wezîrê Edaletê yê Sûriyeyê Şadî el-Weysî tê de cezayên îdamê dixwîne li ser înternetê belav bû. Naskirina rû û dengî jî tê de, piştî piştrastkirineke kûr, hat piştrastkirin ku bi rastî jî kesê di dîmen de dozgerê wê demê El Weysî ye. Ji rêveberiya nû ya Sûriyeyê kesekî payebilind da zanîn ku ev kiryar parçeyek ji merhaleya berî niha ye û bal kişand ser reformên zagonî.”
Li gor malpereke din a nûçeyan, Şadî Muhammed El Weysî, piştî ku wek Wezîrê Edaletê hat erkdarkirin, yekemîn daxuyaniya xwe li ser dijminahiya jinan daye. El Weysî dabû zanîn ku wê dozgerên jin nebin û dadgeh bi temamî wê ji mêran pêk werin.