Li gor dewleta Tirk çeteyên DAIŞ'ê: Kesên pir bi bertek in!

Li Lîsteya bombeyên zindî ya nû, navên 10 çeteyên din ên DAIŞ’ê hatin zêdekirin. Di lîsteyê de ji bo bombeyên zindî li şûna “terorîst", "kesên zêde bi bertek" hat bikaranîn.

Li Lîsteya bombeyên zindî ya nû, navên 10 çeteyên din ên DAIŞ’ê hatin zêdekirin. Di lîsteyê de ji bo bombeyên zindî li şûna “terorîst", "kesên zêde bi bertek" hat bikaranîn.

Li lîsteya 21 çeteyên DAIŞ’ê ya bombeyên zindî ku emniyetê û îstixbaratê amade kiriye û wek “Koma Tevndaran’ tên binavkirin 10 nav û wêneyên nû hatin zêdekirin. Di lîsteya nû ya ji midûriyetên emniyetê re hat şandin, ji bo çeteyên DAIŞ’ê yên bi pêkanînên hovîtiyê tên zanîn li şûna 'terorîst', wiha tê gotin, “Lîsteya kesên aîdî Koma Tevndaran ên li dijî rêxistina PYD’ê ya girêdayî PKK/KCK’ê ya Sûriyeyê”.

SERIYAN JÊ DIKIN, MIROVAN DIŞEWITÎNIN, TECAWIZAN DIKIN

DAIŞ, bi pêkanînên xwe yên derveyî mirovatiyê; bi hovîtiya hiqûqa şer nas nake, tecawiz, jêkirina seriyan, şewitandina mirovan tê naskirin. Dewleta Tirk a lêgerîneke herî biçûk a mafê demokratîk bi  “terorîzm”ê sûcdar dike, ji bo çeteyên ku gelên Rojhilata Navîn, raya giştî ya navneteweyî ber bi fikarên cidî ve dibin, li Kurdistan û Tirkiyeyê mirovan qetil dikin ku pênaseya “terorîst” bikar neanî bal kişand.