Li girtigehên Tirk di 9 mehan de 3 hezar binpêkirina mafan

Li girtigehên Tirk di 9 mehan de 3 hezar binpêkirina mafan

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê rapora 9 mehên 2012'an aşkere kir. Komisyonê diyar kir ku di nava 9 mehan de 3 hezar û 14 binpêkirina mafan pêk hat.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, di çorçoveya çalakiyên heftane ya Tîpa F ku li Qada Taksîmê pêk tîne de vê hefteyê broşur belav kirin. Piştre pêşandana fîlman pêk anî. Parazvanên mafên mirovan ku der barê girtiehan de nirxandin kirin pişt re îmze kom kirin.

Parazvanen mafên mirovan piştre di çarçoveya çalakiya Tîpa F de pankarta "Tecrîd dikuje bila Tîpên F bên girtin" vekir.

Duh li ser navê komê Gonul Sonbahar, rapora 9 mehên 2012'an xwend û diyar kir ku 24 kes mirin û 57 kes birindar bûn. Sonbahar diyar kir ku li Tirkiyeyê 171 kes rastî îşkenceyê hatin û 1142 kes hatin sewqkirin û mafê wan hatin binpêkirin. Sonbahar, da zanîn ku mafê 222 kesan en tenduristiyê, 22 malbat rastî astengiya hevditinê hatin û 25 kes rastî tecrîd û îzolasyonê hatin.

Sonbahar, da zanîn ku hezar û 5 kes rastî cezayê disiplînê, 318 kes rastî cezayê ragihandinê û bi tevahî 3 hezar û 14 kes rastî binpêkirina mafan hatin.

Sonbahar destnîşan kir ku ev rapor û dane pir aşkere dike ku her diçe binpêktirina mafan zêde dibe û demokrasî kêm dibe. Sonbahar got ku li gel girtiyên PKK û PAJK'ê ji bo mafê xwe yên demokratîk çalakî pêk anîn jî heta niha tu gav nehatine avetin û dijberî vê yekê bêtir maf hatine binpêkirin û wiha got: "Tercîda li ser Abdullah Ocalan giran bûye û cezayê li girtîyan tên birîn zêdetir dibe."