Li girtîgehên Odemîş û Kiriklarê êrîş hate kirin!

Derkete holê ku girtiyên siyasî yên di girtîgeha Kiriklar û Odenmîşê de tên girtin, hatine derbkirin.

Malbatên girtiyên di girtîgeha Tîpa F hejmar 1 ya Kiriklarê de hevdîtin pêk anîn, dan zanîn ku girtî hatine derbkirin.

Malbatan ragihand ku, Îshak Dayan û girtiyê bi navê Ecevît, roja 17’ê Nîsanê di dema sewka nexweşxaneyê de gardiyanan bi awayekî rûmetşikandinê xwestine li ser wan lêgerînê pêk bînin û dema ku girtiyan nerazîbûn nîşan dane jî ji hêla leşkeran ve hatine derbkirin û ji ber rewşa wan a giranbûyî rakirine nexweşxaneyê.

BI ÊRÎŞAN RE RÛ BI RÛ MAN

Malbatan ragihand ku, girtiyên di girtîgeha tîpa T a Odemîşê de tên ragirtin jî ji  bo ku li ser piyan serjimarî nedane, hatine derbkirin û bi êrîşa gardiyanan re rû bi rû mane.

 Di derbarê girtiyên ku li ser piyan serjimarî nedane de vepirsînên dîsîplînê hatine vekirin û hatine cezakirin. Her wiha xwestine kamerayan li odeyên girtiyan deynin û di lêgerînan de dest  deynin li ser her cure nivîsên ku girtiyan nivîsîne û ji bo xirabkirina înfaza girtiyan ew tehrîk kirine.