Li girtîgehên Anatoliya Navîn zextên giran tên kirin
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) diyar kir ku li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn şertên jiyanê gelekî xerab in. Li gorî raporê li girtîgehan êşkence û heqaret tê kirin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) diyar kir ku li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn şertên jiyanê gelekî xerab in. Li gorî raporê li girtîgehan êşkence û heqaret tê kirin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya li Enqereyê derbarê girtîgehên li Herêma Anatoliya Navîn raporek weşand.
Rapor qala pêvajoya Çile-Adara 2020’an dike. ÎHD’ê bal kişand ser mirinên li girtîgehan û li gorî agahiyên hatine piştrastkirin di 3 mehên pêşîn ên sala 2020’an de yek jê li Herêma Anatoliya Navîn 9 girtî mirine.
Di raporê de qala van zext û êşkenceyan hate kirin:
“Li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê şîddeta devkî û psîkolojîk li girtiyan tê kirin. Girtiyên ku êşkence li wan tê kirin, wan piştre dixin hucreyên yekkesî. Tê diyarkirin ku gardiyan bi gotinên ‘Lê din lê bila şop nemîne’ li girtiyan dide.
Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê jî tevî kelepçeyan miayene tê kirin. Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û tespîta nexweşan nayê kirin.
Li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê jî tevdîrên ji bo koronavîrusê kêm e, rêveberî dermanên paqijiyê hindikî dide girtiyan. Hatiye diyarkirin ku heta niha ji ber şewbê qet kontrola tendirustiyê nehatiye kirin.
Li Girtîgeha Tîpa L a Sîncanê jî nexweşê bi pencerê ji dêvila ku divê bi lezgînî were tedawîkirin ji bo emeliyatê du sal şûnde roj diyar kirine.
Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê jî rêveberî bersivê nade daxwaznameyê ji bo sewqkirinê.
Di raporê de hate xwestin ku divê mafê têkiliyê yê girtiyan were pêkanîn, rêveberî divê xwarinên guncav bide girtiyên nexweş, girtî dema nexweş ketin divê bi lez wan bibin nexweşxaneyan, tedawiya wan ji aliyê bijîşkên pispor were kirin, divê dev ji miayeneya bi kelepçe were berdan, pergala hiqûqê ya girtîgehan divê li gorî prensîbên hiqûqê yên navneteweyî were sererastkirin, divê astengkirin û qedexekirina rojnameyan were sekinandin, êşkenceya li ser girtiyan divê were bidawîkirin û li dijî êşkencekaran lêpirsîn were destpêkirin.”