Însiyatîfa Piştgiriya bi Girtiyan, li ser êrîşên li girtîgehan ên li dijî girtiyan û malbatên wan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li girtîgehan, tevî desteserkirina mafên girtiyan, êrîş û helwestên kêfî yên li dijî girtiyan, êdî êrîş li malbatan jî tên kirin."
ÊRÎŞA LI TEKÎRDAGÊ
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Malbatên ji bo hevdîtinê diçin, li gelek astengiyan dialiqin û helwestên dijminane li hemberî wan tên nîşandan. Yek ji van kiryaran, roja 23'ê Tebaxê li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2. a Tekîrdagê, piştî hevdîtina vekirî pêk hat. Serdêrê girtiyê ji doza TÎKB'ê Mûrat Guneş, ku di heman demê de xebatkarê însiyatîfa me ye Ûgûr Karadaş, piştî hevdîtinê li helwesta kêfî, heqaret û êrîşkariya gardiyanan rast hat."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "em xizm, malbat û hevrêyên girtiyan, li hemberî vê helwesta kêfî gavê paş ve neavêjin. Em careke din dibêjin, ku em ê şopdarên vê bûyera li Tîpa F Hejmara 2. a Tekîrdagê bin."