Karbidestên rejîmê, bêyî ku bêjin meha Muharremê ye, di roja înê de ku li gorî ola Îslamê rojek pîroz e, li Urmiyê 3 kurd darve kirin. Yek ji kesên hatî darvekirin Xefûr Mîrzayî yê ji gundê Aqçeqelê, wekî gotina xwe ya dawî ya beriya darvekirinê, ji malbata xwe xwest negirîn
Li gorî nûçeyeke malpera "yuksekovahaber.com"ê û Newroz Tv'yê doh li girtîgeha Urmiyê 3 Kurd hatine darvekirin ku navê yekî ji wan Xefûr Mîrzayî yê û ji gundê Urmiyê Aqçeqelê ye. Par jî bavê vî kesî hatibû darvekirin.
Xefûr Mîrzayî yê 30 salî beriya were darvekirin, wekî gotina xwe ya dawî ji malbata xwe re wiha gotiye; "Ti sûcê min nîne, tenê ji ber ez ku Kurd im, min darve dikin". Piştî darvekirina min, negiriîn û van celaldên min ku hin niha dibînin şad nekin.
Kesekî ji Rojhilatê Kurdistanê ku ji ajansa yuksekovahaber re axivî û nexwest navê wî were eşkere kirin, dibêje, em li vir di bin êrişên rejîmê de ne. Yên dengê xwe derdixin têne darvekirin. Niha bi sedan kes di korîdarên mirinê yên girtîgehên rejîmê de li benda darvekirinê ne.
Kesê rojhilatî xwedîderketina serokwezîrê tirk Receb Erdogan a li Filîstînê û bêdengiya wî ya li hember êrişên rejîma Îranê yên li ser Kurdan jî wekî durûtiyê binav dike û wiha xîtabê kurdên Bakurê Kurdistanê dike "Bila birayên me yên li Tirkiyê me jibîr nekin. Li vir gelê kurd qir dikin."
ÎSAL 554 KES HATIN DARVEKIRIN
Rejîma Îranê ku ji ber embargoya hêzên navnetewî bi qeyranek mezin re rû bi rû ye, gelek caran kesên dijberên xwe, ji bo di nav raya giştî de nebe sedema nerazîbûnan, di bin navê bazirganiya madeyên hişbir de darve dike.
Li gorî daneyên fermî yên rejîmê, ji serê salê ve heta niha li Îranê 554 kes hatine darvekirin. Lê li gorî saziyên parastina mafê mirovan ji ber gelek kes bi dizî têne darvekirin, hejmara rast a kesên hatine darvekirin ji vê zêdetir e.