Li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê xwarin hat boykotkirin

Li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê xwarin hat boykotkirin

Girtiyên Berxwedana Geziyê ku li girtîgeh aTîpa F ya Edîrneyê girtîne, ji 28’ê û vir de xwarinê boykot dikin. Li girtîgehan kalorîfer naşewitin, ava germ nadin û di xwarinan de bihuk derdikeve.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, xwarinên didin girtiyan pir bêkalîtene û xerabin, kalorîfer naşewitin, ava germ nayê dayîn û di bin navê lêgerînê de hucreyên wan tên tar û markirin. Li ser vê girtiyan dest bi protestoyan kirin.

Hat hînbûn ku li girtîgehê di xwarinan de  bihuk û parçeyên daran derdikevin. Hat destnîşan kirin ku ev sê hefteye ava germ nayê dayîn û herî dawî roja duşemê hatiye dayîn.  Di rojên pir sar de jî kalorîfer nayên şewitandin û piraniya girtina serma girtiye.

Ji xizmên girtiyan Rahîme Sakîncî, der barê kalorîferan de bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir. Rayedaran got der barê mijarê de Walîtî eleqeder dibe û li ser vê Sakîncî li Walitiya Stenbol û Wezareta Dadê geriya. Sakîncî destnîşan kir ku ji wê re hatiye gotin ku ev tiştên wisa di bin însiyatîfa girtîgehê de ne û gor ger germahî bikeve bin 15 dereceyî divê kalorîfer bên şewitandin.

Pêkanînek din ya ku girtiya protesto dike jî lêgerînên hucreyan bû. Piştî fîrara girtîgeha Çewlîkê zext zêde bûn û girtiyan  da zanîn ku bê navber hucreyên wan tên Lêgerînkirin û rastî taciz û heqeretê tên.