Li girtîgeha Gebzeyê îşkence li girtiyan tê kirin
Li Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebzeyê, zextên giran û îşkence êdî bi rêk û pêk tên kirin. Li cihên jê re 'binê derî' tê gotin, di bin navê saxkirinê de îşkence li girtiyan tê kirin.
Li Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebzeyê, zextên giran û îşkence êdî bi rêk û pêk tên kirin. Li cihên jê re 'binê derî' tê gotin, di bin navê saxkirinê de îşkence li girtiyan tê kirin.
Li girtîgehan, binpêkirina mafên mirovan û îşkence piştî ragihandina Rewşa Awarte gihîştine asta herî bilind. Her roj agahiyeke nû li ser binpêkirina mafên mirovan ji girtîgehan tê.
Girtîgehên li Tirkiyeyê û Kurdistanê, ku bi rêk û pêk îşkence lê tê kirin, ji kontrolê girtî ne. Herî dawî CPT li ser mijarê lêkolîn kir, lê desthilatdariya AKP'ê nahêle ku CPT rapora xwe eşkere bike.
Yek ji girtîgehên ku veguheriye navenda îşkenceyê, Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê ye. Îşkenceya devkî û fîzîkî ya li vê derê li girtiyên jin tê kirin, piştî ragihandina Rewşa Awarte zêdetir bûye.
Ji Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebzeyê, girtiya bi navê Evrîm Konak nameyek şand û di vê nameyê de ku bi rêya malpera gorulmuştur.org gihîşte ber destê me, Konak qala îşkenceya li girtîgehê tê kirin, dike.
Li gorî nameyê; li cihên ku jê re 'binê derî' tê gotin, leşkerên ji 'ewlekariya derve berpirsyar' îşkenceyê li girtiyên jin dikin. Leşker girtiyan ji nava lepên gardiyanan derdixînin, li bin guhê erdê beton dixin û wan bi vî rengî li erdê dirêj dikin.
Piştî ku destê wan ji pişt ve tê badan, kelepçeyê bi destekî wan ve dikin, bi erdê ve dikişînin û dibin odeyên lêgerînê. Li vê derê jî îşkenceya fîzîkî û devkî li girtiyan dikin. Piştî vê îşkenceyê, ku girtî ji ser hişê xwe diçin û gelek hestiyên wan dişikên, nahêlin biçin revîrê.
Ev îşkence carna li pêş çavên gardiyan û girtiyên din, li qadeke vekirî ya girtîgehê tê kirin.
Li Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebzeyê, sewka ji bo nexweşxane û revîrê bi zanebûn tê astengkirin. Di bin navê saxkirinê de qewîş tên talankirin û eşyayên girtiyan tên desteserkirin.
Nahêlin ku girtiyên di lîsteya girtiyên nexweş de ne, bên kontrolkirin û derman bigirin. Ji ber ku girtiyên nexweş ranakin nexweşxaneyê, rewşa wan girantir dibe.
Konak di nameya xwe de destnîşan kir, ku pêşîgirtina li mafê wan ê tedawiyê, talankirina mafê bingehîn ê însanî ye û got, "Her cara ku me dibin dadgehê, îşkenceyê dikin. Ev yek sûcê li dijî mirovahiyê ye. Di qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî de ev weke sûc tê dîtin."
Konak diyar kir, ji rêveberiya girtîgehê heta gardiyanan hemû wezîfedar ji vî sûcê li dijî mirovahiyê berpirsyar in û xwest, dawî li pêkanînên kêfî, îşkence û desteserkirnia mafan bê anîn."