Li girtîgeha Bunyanê êşkence li girtiyên jin hat kirin

Gardiyanan avêtin ser qawîşên Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kayserî Bûnyan, li girtiyên jin xistin û êşkence li jinan kirin.

Li girtîgehên Tirkiyeyê êşkence, lêdan û pêkanînên xerab ên li dijî girtiyên siyasî berdewam dikin.

Herî dawî di bûyera ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kayserî Bûnyan pêk hat de 30 gardiyan saet derdora 17.10’an de avêtin ser qawîşan. Girtiyên jin ên siyasî ku di nav de girtiya nexweş Nazli Solgun jî heyî, bi jopan li jinan hate xistin û êşkence li wan kirin.

Li gorî agahiyên ku malbatên girtiyan dane, li Girtîgeha Jinan a Bunyanê bi awayekî sîstematîk êşkence li girtiyan tê kirin.