Li Girtîgeha Baybûrtê êşkence li girtiyan tê kirin

Li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa M a Baybûrtê ku zext û şîdet lê giran bûye, hewl tê dayin ku li gorî rêbazê leşkerî bê birêvebirin.

Êşkence û binpêkirina mafên mirovan li girtîgehên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dewam dikin. Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Baybûrtê, rêveberiya girtîgehê êşkenceya fîzîkî û derûnî li girtiyên siyasî dike.

Nazhan Erdem ku bi rêya telefonê bi xwişka xwe ya girtî Zeynep Erdem re axivî, qala pirsgirêk û zextên li girtîgehê kir.

Li gorî agahiyên ku xwişka wê Zeynep Erdem dan wê, girtiyên nexweş û girtiyên din ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nabin gel doktor. Erdem da xuyaikrin ku li Girtîgeha Baybûrtê hemû daxwazên girtiyan tên redkirin, sîstema leşkeriyê li ser girtiyan tê ferzkirin û ev agahî da: "Daxwaza girtiyan a ji bo çûyina nexweşxaneyê nayê qebûlkirin. Bi ti awayî nayên dermankirin. Bi şev diavêjin ser qewîşan. Midûrê ku ji girtîgeha Kandirayê hatiye li ser girtiyan ferz dike ku bi rêbaza leşkerî bikevin rêzê û mîna leşkeran tevbigerin. Heqaretê li girtiyan dike û dema ku girtî li ber radibin, yekser cezayê herî giran ê dîsîplînê li wan dibire. Daxwza girtiyan a ji bo guhertina qewîşan nayê qebûlkirin. Name nayên şandin. Dema ku girtî bi telefonê bi malbatên xwe re diaxivin an jî derdikevin hevdîtinên vekirî û girtî, zext li girtiyan û malbatan tê kirin. Dema hevdîtina vekirî timî tê kinkirin û di dema hevdîtinê de gardiyan timî li ser serê girtiyan e. Bersiv ji pêwîstiyên xwarinê û pêdiviyên din re nayê dayin.

Girtî neçar dimînin ku tiştên pêwîstiya wan pê heye ji kantîna girtîgehê bi guhayekî gelekî giran bikirin. Daxwaznameyên nivîskî yên li ser îtirazan nayên şandin. Serdegirtina bê navbera a li qewîşan û ferzkirina sîstema leşkeriyê bandoreke giran a manewî û fîzîkî li girtiyan kirine."

Nazhan Erdem ragihand ku ew ji rewşa xwişka xwe bi guman e û tevî xwişka xwe ji bo hemû girtiyan bang kir.