Li Girtîgeh Wanê zext bi awayekî sîstematîk li ser girtiyan pêk tên

Li Girtîgeh Wanê zext bi awayekî sîstematîk li ser girtiyan pêk tên

Serokê TUYAD-DER’a  Wanê Ahmet Aygun  diyar kir ku hêzên ku pêvajoya çareseriya demokratîk ya ku Ocalan daye destpêkirin qebûl nakin li ser girtiyên siyasî zextan pêk tînin û got: “Li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê li ser girtiyên PKK û gerîlayan zext bi awayekî sîstematîk pêk tên.  Ligel zextên provakatîf girtiyên siyasî pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê dijîn.

TUYAD-DER  a Wanê bi armanca ku balê bikişînin ser zextên li ser girtiyan li avahiya xwe daxuyaniyek dan. Serokê TUYAD-DER’ê Ahmet Aygun û xizmên girtiyan tevli civînê bûn.

Aygun da zanîn zextên li ser girtiyên PKK’ê her diçe zêde dibin û binpêkirina mafan wiha rêz kir: “Li hemberî girtiyan zextên psîkolojîk tên kirin. Gotinên wek ‘lan’ bê navber tên bikaranîn û rojê du-sê caran koxuşan lêgerîn dikin.  Dema girtî dermanan dixwazin rasî heqereta tên û her wiha dema girtî diçin aktîvîteyên civakî pêlavên wan jî tên lêgerînkirin. Girtiyê bi navê Zekî Turgut li odeya nerm  rastî lêdanê hat û  li odeyên ku kamerî tune êrîşên fîzîkî pêk tînin.

Di 14’ê Sibatê de Memdu Deger, Ridvan Turan û hevalên odeya wî hatin derbkirin.  150 girtiyên ku ev protesto kirin rastî qedexeya têkiliyê hatin.  Der barê memurên ku êrîş pêk anîn de lêpirsîn hat vekirin.  Lê nayê zanîn ku lêpirsîn di çi astê de ye. Hewl tê dayîn ku serê van îşkeceyan bê girtin.”

ÎNTÎHAR ZÊDE BÛN

Aygun da zanîn ku ji ber zextên pêk tên girtî hewl didin xwe întîxar bikin û got: “ girtiyên bi navê Ozan Buyukbaş, Alî Ertunç û  Mazlum Demîr hewl dan xwe întîxar bikin.

Aygün der barê pirsgirêkên tenduristiyê de jî ev agahî dan: “Cuma Tek ji ber ling, mil û çavekî xwe pirsgirêkan dijî. Rpara wî ya divê di girtîgehê de nemîne heye. Yusuf Zîrek nexweşê werêmê ye. Cîhan Yaşar di encam pevçûnekê de birîndar bûye û di coga wî de plantî heye. 8 mehe tedawî nebûye. Hunsu Gorul nexweşê fitikê ye. Yusuf Evîn û Cîhan Yaşar jî heman pirsgirêkên dijîn.Lokman Abî nexweşiya wî yadil heye.