Li Gimgimê dewletê 2 kes înfaz kir-HAT NÛKIRIN

Li pêşiya navçeya Gimgimê, 2 kesên birîndar danê sibehê hatin înfazkirin.

Li navçeya Mûş Gimgimê jiyan li rewşa asayî vegeriya. Lê belê danê sibehê agahiya înfazê belav bû. Li nêzî pira li pêşiya navçeyê 2 kesên birîndar hatin înfazkirin.

Nehat zanîn ku mirovên hatine înfazkirin sivîl in an jî gerîla ne.

Li gorî agahiyan, hêzên dewletê danê sibehê bombe avêtine ser birîndaran û ew qetil kirine.

Hat ragihandin ku cenaze ji aliyê leşkeran ve hatine birin.

Gelê Gimgimê diherike cihê bûyerê.

Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sirri Sever ê çû cihê bûyerê got, "Li cihê bûyerê şopeke şer nîne. Li erdê şopa xwînê heye. Xuyaye hatine înfazkirin. Lê belê em hînê nizanin bê kî ne."