Li Geliyê Tiyarê lêkolîna "vekişînê"

Li Geliyê Tiyarê lêkolîna "vekişînê"

Li Colemêrgê, Komîsyona Şopandinê ya rêxistinên civakî yên sivîl, bi armanca şopandina vekişîna gerîlayên HPG’ê, li Geliyê Tiyarê dest bi lêkolînan kir.

Komîsyona Şopandinê ya ji nûnerên ÎHD, MAZLÛM-DER, TTB û Baroya Colemêrgê pêk tê, li navçeya Colemêrg Çelê dest bi kar kir.

Endamên heyetê li vê derê bi Qeymeqamê Çelê û rayedarên leşkerî re hevdîn kirin û dûre bi Şaredarê Çelê Xidir Demîroglû, Şaredarê berê yê Çelê Mehmet Kanar ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji kar hatibû girtin û komek ji nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl çûn Geliyê Tiyarê.

Heyet, piştî hevdîtina bi gundiyan re derketin Zozana Han’ê û li dû lêkolînan daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Li ser navê komê Serokê ÎHD’ê Şaxê Colemêrgê Îsmaîl Akbûlût axivî  û diyar kir, ku ji ber navçeya Çelê di nava 30 salên dawî de herî zêde ji şer û bûyeran re şahidî kiriye, wan li vê derê dest bi xebatên xwe kirine.

Akbûlût da xuyakirin, ku wan di hevdîtinên xwe yên bi qeymeqam û rayedarên leşkerî de hesasiyetên xwe yên l iser pêvajoyê parvekirin û ji wan xwestin, li gorî van hesasiyetan tevbigerin.

Akbûlût ragihand, ku xebatên wan ên li vê herêmê wê 3 mehan dewam bike û di heman demê de li herêm û navçeyên din jî kar biin.

Endamên heyetê, li dû daxuyaniyê  ji herêmê veqetiyan.