Li gelek navendên Ewropayê çalakiyên Şengalê
Di salvegera Qetlîama Şengalê de li bajarê Manheîm ê Elmanya, bajarê Amserdam ê Holanda û bajarê Kopenhag ê Danîmarkayê çalakî hatin lidarxistin.
Di salvegera Qetlîama Şengalê de li bajarê Manheîm ê Elmanya, bajarê Amserdam ê Holanda û bajarê Kopenhag ê Danîmarkayê çalakî hatin lidarxistin.
KOPENHAG
Li bajarê Kopenhag ê Danîmarkayê ji bo qûrbaniyên di qetlîama Şengalê de jiyana xwe ji dest babûn bîbîr bînin û protestokirina hêzên di vê qetlîamê de rol lîstîn çalakiyek hate lidarxistin. Kurdên ku tevî baranê koneke enformasyonê danîn, li vir bîranînek kurt hate lidarxistin. Piştî rêzgirtina ji bo hemû şehîdên têkoşîna Şoreşa Cîhanê û Kurdistanê hate girtin û şûnde, li Qada Kûltorvetê belavok hatin belavkirin.
AMSERDAM
Li Amsterdamê komek Kurd, paçê spî ku sembola kefene li xwe kirin qûrbaniyên Qetlîama Şengalê bibîr anîn û hêzên qirker şermezarkirin.
Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî YBŞ-YJŞ”, “Faşîst Erdogan”, “Dîktator Erdogan” hatin qîrikrin. Di çalakiyê de Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Humê Dersim bi Hollandî daxuyaniyek da.
Di çalakiyê de belavok li welatiyên Hollandî û tûrîstan hatin belavkirin.
MANNHEÎM
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinê ya Ronahî Bêrîvan li pêşiya stasyona Mannheîmê bi boneya salvegara Qetlîama Şengalê daxuyaniyek ya çapemeniyê hate lidarxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo qûrbahiyên qetlîamê û şehîdên berxwedanê hate girtin û şûnde, axaftin hatin kirin. Di aktivîteya belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û xwendin de, dirûşmên “Bijî Berxwedana Şengalê” hatin qîrkirin.
STRASBOÛRG
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li Qada Kleberê bi boneya salvegera Qetlîama Şengalê konek ê agahdarkirinê hate vedan. Konê ku di navbera saet 15:00- 18:00’an de hate danîn welatiyên derdor eleqeyek mezin nîşan da.
Di çalakiya belavok ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ên Êzidiyên Azad ve hate xwedin de, gelek belavok hatin belavkirin.