Li Gallerê piştgiriyeke xurt ji bo Îmam Şîş tê dayin

Li bajarê Newport ê Gallerê, ji bo Îmam Şîş ê ku 71 roj in di greva birçîbûnê de ye piştgiriyeke xurt tê dayin.

Berxwedana greva birçîbûnê ya li Gallerê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, kete roja 71'ê. Îmam Şîş li Navenda Civaka Kurd a li bajarê Newportê di grevê de ye. Serdanên ji bo piştgiriyê jî dewam dikin. Parlamentera Meclîsa Gallerê ya Plaîd Cymrû, Deleyth Jewell tevî heyeteke pê re serdana Şîş kir û piştgirî da wî. Jewell her wiha peyama Serokê Giştî yê Plaîd Cymrûyê Adam Prîce ji Şîş re ragihand. 

'EM Ê NAMEYÊ JI CPT RE BINIVÎSÎNIN, ZEXTÊ LI TIRKIYEYÊ BIKIN'

Delyth Jewell li Navenda Civaka Kurd demeke dirêj bi Şîş re sohbet kir û li ser rewşa dawî ya li Kurdistanê û tenduristiya berxwedêrên greva birçîbûnê yên li welatên din agahî girt. Jewell diyar kir ku di têkoşîna mafdar a gelê Kurd de wê timî bi wan re bin û ji bo balê bikişînin ser berxwedanê wê bikevin nava hin hewldanan. Jewell ragihand, wê ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re nameyekê binivîsînin û ji bo zextê li hikumeta Tirk bike wê li nava hikumeta Brîtanyayê bikeve nava hewldanan.

'HETA KU HÛN BIBIN XWEDÎ MAFÊN XWE, EM PIŞTGIRIYA WE DIKIN'

Peyama Serokê Giştî yê Plaîd Cymrû Adam Prîce jî ku ji aliyê Jewell ve hate ragihandin, wiha ye: "Bi navê endam û rêveberên Plaîd Cymrû, ez piştgiriya gelê Kurd û hevrêyên xwe yên Kurd ên berxwedêr hemûyan dikim. Têkoşîna we têkoşîna me ye. Têkoşîneke rûmetê ye, aştiyê ye, edaletê ye. Ji bo azadiya gelê xwe hûn bi bedena xwe li ber xwe didin ku ev yek mezinahiya têkoşîna we nîşan dide. Heta ku gelê Kurd bibe xwedî mafên xwe, em ê nesekinin, em ê bixebitin."

Prîce peyama xwe bi gotina "Bijî Kurdistan" bi dawî kir.

Di nava mêvanên Şîş de Profesor Sûe Wîllîams jî hebû. Kurdistaniyên li Galler û Brîtanyayê jî Şîş bi tenê nahêlin.