Li Freîbûrgê wêneyên 'Rojava' tên nîşandan

Pêşangeha wêneyan a li Rojava, ku ji aliyê Însiyatîfa Lîlakê ve tê organîzekirin, li Freîbûrgê dest pê kir.

Însiyatîfa Lîlakê (Linke Internationale Lebensfrohe Alternative Kultur) a ji aliyê Komîteya Piştgiriya Kurdistanê (Kurdistan Solidaritaetkomitee) ve hate damezrandin, li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, pêşangeha wêneyan a bi navê "Fruehling der Frauen-revolution der Frauen in Rojava" vekir.

Pêşangehê duh (Yekşem) li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Freîbûrgê dest pê kir. Beriya vekirina pêşangehê nûnerên Meclîsa Jinê ya Nûda û Jinên Ciwan ên Azad ên Freîbûrgê axivîn. Nûneran bal kişandin ser armanca bingehîn a pêşangehê û qala jiyana rojane ya li Rojava kirin.

Piştî axaftinê, qiseker li nava pêşangehê geriyan û li ser wêneyan agahî standin. Di dema pêşangehê de li stranan jî hate guhdarîkirin.

Amadekaran dan xuyakirin, ku pêşangeha wan ev 5 meh in li bajarên cuda tê vekirin û heta niha bi qasî 3 hezar kesî serdana wan kirine û wan jî li ser Rojava agahî dane.

Pêşangeha li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Freîbûrgê wê heta 15'ê Tebaxê dewam bike.