Li Fransayê piştgiriya ji bo ‘Nobeda Wijdan û Edaletê’

Li bajarê Bordeaûx a Fransayê, edamên HDK-Ewropa, ji bo nobeda ‘Wijdan û Edaletê’ dest bi çalakiya piştgiriyê kirin.

Endamên HDK-Ewropa, li bajrê Bordeaûx bi armaca piştgirî bidin çalakiya HDP’ê ya bi dirûşma ‘Em ranewestin, bibêjin êdî bes e, em faşîzmê rawestînin’ dayîne destpêkirin, dest bi nobeda piştgiriyê kirin.

Di konê li pêşiya Hotel de Vîlle yê hate vedan de, li gel hildana wêneyên hevserokan Fîgen Yuksekdag û Salahattîn Demîrtaş, şehîdên Pirsûsê, wêneyên Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ên ku di roja 143’an a greva birçîbûnê de ne, dowîzên bi nivîsa “Ji bo Sûr, Cizîr û Nisêbînê edalet”, Ji bo Pirsûsê edalet” û “Ji bo rojnamevanan azadî” hate bilindkirin.

Di daxuyaniya çalakiyê de hate kirin wiha hate gotin: “Em di nobeda wijdan û edaletê de ne. Em li gel HDP’ê ne. Weke koçberên Kurdistanî ûTirkiyeyî yên li Ewropa dijîn, didin diyarkirin ku daxwazên HDP’ê daxwazên me ne.”