Li Fransayê 27 penaber xeniqîn, CDK-F bang li hikûmetê kir

Konseya Ddemokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) têkilî derdora 30 koçberên Kurd ku dema dixwestin deryaya Manch derbas bikin jiyana xwe ji dest dan bang li hikûmeta Fransayê kir ku tora qeçaxçiyan deşîfre bike.

Roja çarşemê keştiyeke ku li peravên Calaîsê koçber dibirin dema ku dixwest biçe Kraliyeta Yekbûyî noq bû û bi kêmanî 27 koçber mirin.

Serokwezîrê Fransayê Jan Castex ji vê re got, ''trajedî''. Serokkomar Emmanûel Macron jî got, ''Fransa wê nehêle ku Manche bibe goristan.'' Wezîrê Navxwe Gerald Darmaîn diyar kir 5 kesên ku gumanê ji wan dibin têcir in hatine destgîkirin. Hikûmeta Ingilîz jî banga civîna lezgîn kir.

CDK-F'yê got, ''Pênebaweriya Kurdan a bi hikûmeta Başûrê Kurdistnaê, hem di hilbijartina parlamentoyê de ku bi asteke zêde neçûne ser sindoqê û hem jî dema koçkirina girseyî de ya ji Belarûsê ber bi Ewropayê ve hate dîtin.

Rojava ku binpêkirina mafên sereke yên mirovî yên Kurdan tine dihesibîne, xasma jî Fransa ji bo berjewendiya xwe ya aborî û stratejîk xwe bêdeng dike.

Ev bêdengiya ku bi slan e hêzê dide Erdogan, niha jî PDK'ê, çûyina otorîter wêrek dike.

Ji peymana Sykes-Pîcotê heta niha mirina Kurdan, dikeve qonaxeke nû, li deryaya Manchê ku di naveyna du welatên îmzekarê Sykes Pîcotê de, sala 2021'an hê jî Kurdan dikuje.''

CDK-F'yê diyar kir tişta ku bi vê keştiyê bûyî encama polîtîkayên şer e ku Kurd bûne qurbanê wê, ji ber ku mafê rêveberiya Kurdan bi hêviya polîtîkayên înkarê yên Tirkiyê, Sûriyê û Îranê ve hatine hiştin bûye yek ji sedema ku Kurd ji bêgavî welatê xwe berdin. CDK-F'yê her wiha bi bîr xist Kurdên ku di keştiyê de jiyana xwe ji dest dane ji Başûrê Kurdistanê ne û got ,''Ev rewşeke biêş û trajîk e.''

 CDK-F'yê bal kişande ser polîtîkayên aborî, çandî yê Rêveberiya Başûr û got, ''Ev jî dibe sedem ku Kurd ji herêma xwe bi dûr bikevin.''

CDF-K xwest ku Fransa li ser pirsa Kurd çareseriya bi aştî, hevseng û berfireh deyne ber xwe û bang li hikûmeta Fransî kir ku tora qeçaxçiyên koçberan deşîfre bike.