Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê Endamê Koordînasyona Êzidiyan Zekî Şengalî yê ku di 15’ê Tebaxê de li Şengalê di êrîşa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabû û fermandarê HPG’ê Atakan Mahîr (Îbrahîm Çoban), Ronî Mûnzûr (Mahmût Laçîn) ên ku di 11’ê Tebaxê de Dersimê jiyana xwe ji dest dabûn û Tarik Artvîn (Bariş Oner) li Frankfûrtê hatin bibîranîn.
Nêzî 100 kes tevlî çalakiya bibîranînê bûn.
Bibîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û Delal Alpaslan di çalakiyê de axivî û got ku; “Têkoşîna ku şehîdan ji me re hiştine, em malbatên şehîdan em ê têkoşînê bidomînin.”
Hevseroka KOMAW’ê Şengê Kahraman jî axivî û got: “Em ê têkoşîna ku Mam Zekî, Atakan Mahîr û heval Tarik ji me re hiştine, bi hemû hêza xwe bidomînin. Em bang li malbatên şehîdan dikin ku, divê di vî warî de bihistyar bin.”
Li ser navê KCDK-E’yê Botan Çekdar jî diyar kir ku dewleta Tirk li Kurdistanê êdî têk diçe.
Piştî sînevîzyonê bibîranîn bi sloganan bi dawî bû.