Piştî ku 27’ê Cotmehê rejima Îranê girtiyên siyasî ên Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr û Riza Îsmaîlî Mamedî darvekirin, li bajarê Frankfurt yê Almanyayê çalakiyek ya protestoyî pêkhat.
Gelek Kurdistaniyên ku li ber konsolosa Îranê hatin gel hev, darvekirinên ku rejima Îranê pêkanîn protesto kirin.
Di çalakiya ku di demjimêr 15’an de deqîqeyekê birêzgirtina li ser giyanê şehîdên şoreşa cîhan û Kurdistanê destpê kir, peyama Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) ji her du şoreşgeran re weşandî hate xwendin. Kurdistaniyên ku posterên Gulperîpûr û Mamedî hilgirtin sloganên “Terorîst Îran” û “Terorîst Rûhanî” qîriyan.
Çalakiya ku ji aliyê Komela Mafê Mirovan û Meclisa Gel ya Herêma Frankfurtê ve hate organîzekirin, di demjimêr 16’an de bidawî bû.