Li bajarê Elmanya Frankfurtê 23. Kongreya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ku 2 rojan domkir, îro bi dawî bû. Kongreya YXK’ê ku bi şîara ‘Serî Hilde, xwedî li şoreşê derbikeve’ dest pêkiribû, îro li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji aliyê 40 aktivîstên YXK’ê ve belavoka ku qala pêvajoya 2 salan dinirxîne hat xwendin. Piştre rewşa rêxistinî hat nîqaşkirin.
‘BI ÎDEOLOJIYA RÊBER APO RE BER BÎ JIYANA NÛ VE’
Piştî hilbijartina rêveberiya nû, planname hate kirin. Projeyên Perwerde, pêvajoya hilbijartinên li Tirkiyeyê û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan planname hatin kirin. Piştî kongreyê daxuyanî hate dayîn û wiha hat gotin; “Xeta azadiyê xwe weke alternatifeke diyar nîşan da. Weke ciwanên Kurd û enternasyonalîst divê em xwe weke eniya vê têkoşînê bibînin. Hêzeke mezin ya me heye. Kesayetiya ku sîstema kapîtalîst parçekirî em dikarin bi îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dîsan ava bikin. Em ê lîstikên sîstemê têk bibin û utopyaya demokratîk ava bikin. Serkeftin!”.