Li Fînlandiyayê meşa dirêj a ji bo azadiya Ocalan
Kurdistaniyên li Fînlandiyayê dijîn, ji bo Ocalan dest bi meşa dirêj kirin.
Kurdistaniyên li Fînlandiyayê dijîn, ji bo Ocalan dest bi meşa dirêj kirin.
Komek ji Kurdistaniyên li Fînlandiyayê dijî, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin. Meşvan ji paytext Helsînkiyê bi rê ketin û berê xwe dan Nordkappê.
Di meşa dirêj de wê tecrîda li ser Ocalan û faşîzma Erdogan bê şermezarkirin.
Meşvanan bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kirin, ku beşdarî meşê bibin.
Çalakger wê di rê de li bajar û navçeyên jê derbas bibin belavokan belav bikin û roja Yekşemê vegerin Helsînkiyê.