Li Ewrûpayê êrîşên li dijî Efrînê tên protestokirin

Kurdistaniyên li Ewrûpayê dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê protesto dikin.

Bi çalakiyên li Londra, Munîh, Melboûrne, Oslo û Hambûrgê êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin.

LONDRA

Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê li Londrayê hate protestokirin. Çalakî li pêşiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Londrayê hate lidarxistin û bi sedan Kurd û dostên wan beşdarî çalakiya protestoyê bûn.

Di çalakiyê de alayên YPG û YPJ’ê hatin vekirin. Rêveberê sendîkaya Ûnîte Sîmon Rûbbîns, parêzvana mafên mirovan Margaret Owen, akademîsyen Rahîla Gûpta û gelek sazî û dostên Kurdan beşdar bûn û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin protestokirin.

MUNÎH

Li bajarê Munîhê yê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê hatin protestokirin. Girse li pêşiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Munihê hatin ba hev û sloganên ‘Erdoganê qatîl’, ‘Bijî berxwedana YPGê’ û ‘Bijî berxwedana Efrînê’ berz kirin.

Di çalakiyê de belavokên NAV-DEM û PYD’ê hatin xwendin û di axaftinan de hate diyarkirin ku ‘Divê gelê me û dostên me bi giyanê seferberiyê xwedî li Efrînê derkevin û bi berxwedana xwe destana Kobanê ya duyemîn binivîsin.’

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê li pêşiya îstasyona trênê ya navendî mîtînga protestoyê hate lidarxistin û bi sedan kes beşdarî vê mîtîngê bûn.

Nûnerê NAV-DEM’ê Yavûz Fersoglû, çalakgera mafên mirovan Anja Flach û nûnerê Partiya Komunîst a Kurdistanê yê Hambûrgê Serhat Çetînkaya û nûnerê PYD’ê yê Hambûrgê di mîtîngê de axivîn.

MELBOÛRNE

Li bajarê Melboûrneyê yê Avûstûryayê jî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê hatin protestokirin. Girse li pêşiya pirtûkxaneya federal hatin ba hev û têkildarî pêşveçûnên li Efrînê semînerek li dar xistin.

Rêveberê PYD’ê Salah Sino bi rêya têlefonê beşdarî semînerê bû û rewşa dawîn a êrîşên dewleta Tirk û ya Efrînê ragihand.

Siyasetmedarê Kurd Zubeyîr Aydar jî bi rêya têlefonê beşdarî semînerê bû û axivî.

OSLO

Li bajarê Osloyê yê Norwecê jî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê li pêşiya Wezareta Karê Derve bi mîtîngekê hate protestokirin.

Rayedarên PYD’ê dosyeyek pêşkêşî Wezareta Karên Derve kirin  û li ser navê PJAK’ê Şerzad Ramînî, li ser navê PYD-Norwecê Handarîn Nazir û nûnerê Motmakê ya ku li Norwecê saziyeke sivîl a civakî ye, axivîn.