Li Ewropayê pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê didomin

Li gelek bajarên Ewropayê, pîrozbahiyên bi wesîleya salvegera 15'ê Tebaxê tên lidarxistin, dewam dikin. Di pîrozbahiyan de bal hat kişandin ser rola mezin a PKK'ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Li gelek bajarên Ewropayê, pîrozbahiyên bi wesîleya salvegera 15'ê Tebaxê tên lidarxistin, dewam dikin. Di pîrozbahiyan de bal hat kişandin ser rola mezin a PKK'ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Her wiha AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî hatin protestokirin.

ESSEN

Pêngava 15'ê Tebaxê li Navenda Civaka Kurd a li bajarê Elmanya Essenê hat pîrozkirin. Tevî Kurdistaniyan gelek dostên Kurdan û nûnerên partiyan beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, nûnerên partiyan axaftin kirin. Di axaftinan de hat ragihandin ku fîşeka destpêkê ya di sala 1984'an de hat teqandin, li Rojava şîn bûye û di roja îro de li hemberî hovîtiya hemû cîhan lê temaşe dike, bûye hêviya yekane. Hat destnîşankirin ku 15'ê Tebaxê li Kurdistanê gelek ji tinebûnê afirandiye û bi xweseriya demokratîk tacîdar kiriye.

Namzetê Partiya Çep (Die Linke) yê ji bo Serokatiya Şaredariya Essenê Wolfgang Freye li pîrozbahiyê peyivî, bal kişand ser rola Kurdan a li Rojhilata Navîn û da zanîn ku PKK veguheriye hêviya rizgariya mirovahiyê, lewma divê tavilê ji lîsteya rêxistinên 'terorîst' a Elmanyayê were derxistin.

Freye diyar kir ku di krîza li Rojhilata Navîn de rola Elmanyayê jî heye û anî ziman ku desteka MLPD û Die Linke têrê nake, divê SPD, CDU û partiya Keskan jî l parlamentê destekê bidin Rojava.

WÛPPERTAL

Li bajarê Elmanya Wûppertalê, bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê meşek hat lidarxistin û daxuyaniyek hat dayîn. Di çalakiyê de polîtîkayên şer ên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û dewleta Tirk hatin protestokirin.

Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Wûppertalê ve hat organîzekirin û pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk destek dan.

Bi beşdariyeke girseyî çalakî li ber kolana herî qelebalix a bajêr ji pêşiya City Arkadenê destpê kir.

Di meşê de bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK", "Şehîd Namirin" û "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.

Çalakiya ku bi qasî du saetan dewam kir, piştî axaftinan bi dawî bû.

BRUKSEL

Li paytexta Belçîka Brukselê, Komîsyona Meclîsa Şehîd Bêrîtan pîrozbahiya 15'ê Tebaxê organîze kir. Xebat Ocalan ê di pîrozbahiyê de axivî bal kişand ser girîngî û wateya 15'ê Tebaxê û rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Arîfe Soysuren jî li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê destnîşan kir ku divê hîn bêhtir têkoşîn bê xurtkirin.

DEN HAAG

Li bajarê Hollanda Den Haagê, 15'ê Tebaxê bi civîneke gel hat pîrozkirin.

Di civînê de siyasetmedar Xebat Ocalan Pêngava 15'ê Tebaxê, rewşa dawî ya siyasî nirxand û diyar kir ku li hemberî şerê topyekûn ê li dijî Kurdan divê berxwedaneke topyekûn were nîşandan. Di civînê de hovîtiya AKP'ê ya ku sivîlan û zarokan qetil dike û îşkenceyê li bedenên mirovên hatine qetilkirin dike, bi tundî hat şermezarkirin.

Xebat Ocalan di salvegera 31. de Pêngava 15'ê Tebaxê li gelê Kurd, cangoriyan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Xebat Ocalan, li hemberî êrîşên dewleta Tirk û hevkarê wê DAIŞ'ê xwest, gelê Kurd bibin yek û anî ziman ku ew îlanên xwerêveberiyê silav dikin.

Di civînê de her wiha axaftina Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik a ji bo girseya li Ewropayê, bi rêya sînevîzyonê hat nîşandan.

...