Li Ewropayê Kurd û dostên wan ji bo Şengalê hatin ba hev

Qetlîama çeteyên DAIŞ’ê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de ya li dijî Êzidiyên li Şengalê li bajarên Ewrûpayê hate protestokirin.

Di çalakiyan de Tevgera Azadiyê ya Kurd û jinên Êzidî hatin silavkirin.

BRUKSEL

Li paytexta Belçîkayê Brukselê Qetlîama Şengalê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şehîd Bêrîtan hate şermezarkirin. Jinan li qada Garcentralê çalakî li dar xistin.

Di çalakiyê de Hevberdevka Meclîsê Arîfe Soysuren axaftineke kurt kir û banga hevgirtina bi Êzidiyan re kir.

Polîsan jî bi sedema ‘destûra çalakiyê tune’ nasnameyên çalakvanan qeyd kir.

LIEGE

Li bajarê Lîege yê Belçîkayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şehîd Ronahî 200 kes li qada Lampertê hatin ba hev û qetlîama Şengalê protesto kirin.

Di çalakiyê de banga meşa di 5’ê Gelawêjê de jî hate kirin.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê çalakiya bibîranîna Qetlîama Şengalê hate lidarxistin. Di çalakiyê de hevserokê NCDK’ê Merdan Kaçmaz diyar kir ku Tirkiye û hin dewletên Ereban fînansoriya çeteyên DAIŞ’ê kirin û welatên YE’yê jî li vî tiştî temaşe kirine.

Li qada Lûîsenplatzê ya çalakiyê belavok hatin belavkirin.

DRESDEN

Li bajarê Dresdenê yê Elmanyayê ji aliyê Meclîsa Jinan a ÛTA’yê û PYD’ê ji bo Şengalê çalakî hate lidarxistin û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Polîsan mudaxeleyî zarokan kirin ên ku li ser tîşortê wan wêneyên Ocalan hebû. Polîsan di heman demê de nasnameya çalakvanan jî qeyd kir.

STOCKHOLM

Qetlîama Şengalê li bajarê Stockholmê ya Swêdê jî hate protestokirin.

Çalakî li qada Medborgarplatsenê hate lidarxistin û li vê derê daxuyanî hate xwendin.

ROMA

Li bajarê Romayê yê Îtalyayê qetlîama Şengalê hate protestokirin. Girse li Pîazza Della Madonna di Loreto hatin gel hev û têkildarî qetlîamê daxuyanî dan.

Di çalakiyê de sloganên “Erdoganê terorîst” û “DAIŞ’a qatîl” hate berzkirin û belavok li tûrîstan hate belavkirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkanê ji bo bibîranîna kesên li Şengalê jiyana xwe ji dest dane, çalakiyek li dar xist.

Çalakî li Qada Vîeûx-Portê hate lidarxistin û tûrîstên li wê derê jî bi çepikan piştgirî dan çalakiyê.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûxê ya Fransayê, qetlîama Şengalê hate protestokirin.

Girse li qada Vîctorîayê hatin gel hev û sloganên ji bo piştgiriya Şengalê berz kirin. Di çalakiyê de şanoyeke kurt a li ser jinên Şengalê jî hate lîstin.

Çalakî piştî xwendina sirûda Şengalê bi dawî bû.

PARÎS

Li paytext Parîs a Fransayê  Qetlîama Şengalê hate prostokirin.

Di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ên Fransayê  (TJK-F) çalakiya ku hate lidarxistin Kurdistanî û gelek nûnerên saziyan beşadar bûn. Li Qada Catelet  Le Hallesê ji bo şehîdên Kurdistan û Qetlîama Şengalê deqeyek rêz hate girtin.

Di çalakiyê de endama TJK-F’ê Jiyan Ege, Seroka Komeleya Piştgiriya Kurdistaniyên Fransa Sylvîe Janî Seroka Komeleya Êzidî ya Fransa Hemîn Shaan, Hevseroka Komeleya Ermenî yên Fransa Aro Tornaîan, Nûnera Saziya Alîkariya Mirovî ya Fransa Elîse Boghassîan û Nûnera Yekîtiya Jinên Sosyalîs têkildaîr Qetlîama Êzidiyan axaftin kirin.

Di axaftinan de bal kişand ser rola PDK’ê ya ku rê li ber qetlîama li ser Êzidiyan hate kirin û li dijî qirkirina jinê behsa girîngiya xwerêveberiyê û xweparastinê hate kirin.

Di çalakiyê de peyamên “Bijî xweseriya Şengalî, bijî YJŞ, bijî berxwedana YBŞ’ê” hatin dayîn.

Çalakî piştî nîşandana koma şano ya Compagnîe Bîen a voûs Armanc Kerboranî ya li ser Qetlîama Êzidiyan û şûnde bi dawî bû.

NORMANDÎA

Ji aliyê Kurdistaniyên li herêma Normandîa ya Fransayê  ve Qetlîama Şengalê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Di pêşengtiya Jinên Kurd ên Fransa yê de li pêşiya Dêra Mantes Le Jolîe yê di saet 11:15’an de çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiya têkildarî Qetlîama Êzidiyan hate belavkirin de, çalakî bi dirûşmên “Bijî YJŞ”, Bijî Berxwedana YBŞ’ê” û “ Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

KOPENHAG

Li Danîmarkayê tevî baranê jî Qetlîama Şengalê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Kurdên ku li dorî Konê enformasyonê kom bibûn, bi deqeyek rêzgirtinê Êzidiyên hatin qetilkirin û şervanên şehdî bûne bibîr anîn.

Piştre jî li Qada Kûltorvetê belavok belavkirin û raya giştî agahdar kirin.