1'ê Gulanê li Ewropayê bi coş hate pîrozkirin

Kurdistaniyên bi awayekî girseyî tevlî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê yên li gelek bajarê Ewropayê hate pîrozkirin bûn, li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên PKK’ê, YPG/YPJ’ê jî hildan.

Li bajarên Munîh, Freîbûrg, Koln, Stûttgert, Bremen û Gûmmersbach ên Elmanyayê bi hezaran kes ji bo pîrozkirina 1’ê Gulanê herikîn qadan.

MUNÎH

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Munîh tevlî pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya ku ji aliyê Sendîkayên Elman ve hate lidarxisin bûn. Tevî daxuyaniyên qedexeker ên ‘Rê nadin bi sembolên Kurd ve bimeşin’ di meşan de alên YPG/YPJ’ê hatin hildan. Di meşê de bê navber dirûşmên dagirkeriya Tirkiye ya li ser Efrînê şermezar kirin û belavok belavkirin.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê jî di pêşengtiya rêxistinê çep ên Elman û sendîkayan ve bi tevlîbûna zêde ya Kurdan ve jî 1’ê Gulanê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiya li Stûhlînger Kîrchaplatzê destpê kir de ji aliyê NCKD û Meclîsa Jinan Nûda ve jî standeke xwarinê hate danîn. Di vê standê de xwarinên gelerî yên Kurdî hatin pêşkêşkirin. Di çalakiyê de li ser navê Tevgera Kurdan belavokek hate xwendin. Koma Sê Gulên Azad jî derket ser dikê. Di meşê de dostên Kurdan alên PKK’ê vekirin. Bi vekirina alê re di navbera xwepêşander û polîsan de aloziyeke dem kûrt rû da.

KOLN

Kurdistanî û HDK Koln a li Koln û derdorî wê dijîn tevlî meşa ji aliuyê Sendîkaya DGB’ê ve hate lidarxistin bûn. Di meşê de jî Kurdistanî û HDK’ê cihê xwe girt. Di meşê de alên HDP, TJK-E, Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûna Gelan (TŞYG) HDKI û YPJ’ê li gel pankart û dowîzan hate bilindkirin.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgarê jî bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Kedkaran a Cîhanê bi hezaran kes di saetên sibê de ber bi Schossplatzê ve ketin meşê. Di meşê de pankart û alên Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûna Gelan (TŞYG), PKK, MLKP, MKP, TKEP-Lenînîst hatin bilindkirin.

 Di meşê de dirûşmê n”Ji Ocalan re azadî”, “Bijî 1’ê Gulanê”, “Şehîdên Efrînê namirin” hate qîrkirin.

BREMEN

Weke kevneşopiyekê ku her 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê li Bajarê Bremen ê Elmanyayê Kurd û dostên wan îsal jî bi coş pîrozkirin. Girseya ku li Statdyoma Bremen a Werder kom bûn, heta parlementoya Bremenê meşiyan. Di meşê de alên PKK’ê û YPG/YPJ’ê hatin hildan û ji bo qedexeya PKK’ê bi sedan broşur hatin belavkirin.

GÛMMERSBACH

Di pêşengiya Navneda Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Gûmmersbachê li pêşiya Sparkasseyê bi boneya 1’ê Gulanê stand hate vedan. Aktivîtya ku saet 12:00’an destpê kir, pankartên 1’ê Gulanê û alên YPG/YPJ’ê hatin bilindkirin. Di aktivîtya sedan belavok têde hate belavkirin de li ger muzîkan govend hate gerandin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên cîhanê û gelek bajarên Fransayê bi sedan kes daketin qadan. Bi tevlîbûna deh hezaran kes, sendîka, sazî û rêxistinên cuda cuda meşek hate lidarxistin. Di encama şerê navbera xwepêşandan û polîsan de bi saetan şer dom kirin. Di şerê rû dayî de bi dehan kes birîndar bûn,ji ber şer ziyan gihişte gelek cihên kar û wesayîtan.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse ê Fransayê bi tevlîbûna sendîka, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê saet 10:30’an li Qada Esqûîrolê destpê kir. Bi deh hezaran kes li dijî destûra nû ya ku Serokkomar Emmanûel Macron derxistî meşiyan. Kurdistanî û dostên wan jî tevlî meşa li Toûloûse hate lidarxisin bûn.

Kurdistaniyan di meşê de alên PKK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Her wiha di tevahî meşê de banga boykotkirina tûrîzma Tirk û malên wan kirin. Dîsa dirûşmên “Ji bo Kurdistanê çareseriya siyasî” û “Ji Ocalan re azadî” hate qîrkirin.”

Çalakî bi gerandina govendê ve bi dawî bû.