Di 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştgiriyê ya Kedkaran li nêzî 100 jîngehan 277 mîtîng, meş û çalakî hatin lidarxistin.
Partiya Karker a Demokrat a Sosyal li 155 herêman, bi dirûşma ‘Bi hev re ji bo ewlekariyê’ xwepêşandan lidar xistin. Partiya Çep, Partiya Komunîst, Oranîzasyona Navendî ya Karkerên Swêdê-Syndîkalîstrena (Sac) bi xwepêşandanên lidar xistî, daxwazên parastina mafên grevê û parastina mafê emenê teqawîtbûnê derketin pêş.
Partiya Çep bi dirûşma “Niha dora me ye” li 66, Oranîzasyona Navendî ya Karkerên Swêdê-Syndîkalîstrena (Sac) bi dirûşma “Dest nede mafê grevê” li 10, Însyatîfa femîsît li 15, Partiya Komunîst jî bi dirûşma “Mafê grevê biparêze, temenê teqawîtbûnê bilind neke” li 31 herêman xwepêşandan lidar xistin.
Di serî de Stockholm, Goteborg, Malmo, Orebro li gelek navendan bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, YPG/YPJ’ê û PJAK’ê Kurdisaniyan û dostên wan 1’ê Gulanê pîroz kirin û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê protestokirin.
DAGIRKIRINA EFRÎNÊ HATE ŞERMEZARKIRIN.
Kurdisanî û dostên wan ên tevlî çalakiyê Partiya Çep bûn, pankartên ku daxwaza derketina dewleta Tirk a ji Efrînê tê kirin vekirin û wêneyên welatiyên di êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê de hatine qetilkirin li gel bilindkirina alên PKK, KCK, YPG/YPJ’ê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.
Di meşê de tim dirûşmên “Tirkiye ji Kurdistanê bi cehenime”, “Tirkiye boykot bike”, “Bijî Berxwedana Efrînê”, “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin qîrkirin. Her wiha dirûşmê piştgiriyê bidin Tevgera Azadiya Kurdistanê. Bi dihol û zirneyan Kurdan rengê xwe dan nîşandan.
SJOSTEDET: WÊ PIŞTIRIYA ME YA JI BO EFRÎN Û GELÊ KURD DOM BIKE
Lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt li vir axivî û bal kişand ser îxalalên mafê mirovan ên Tirkiye li Kurdistanê dike û got: “Îtifaqa Kurd, Ereb û kêmenetewên din ên li herêmê DAIŞ li Koban, Şengal û Reqayê têk birin. Tirkiye ya ku endamê NATO’yê ye êrîşî Bakurê Sûriye kir. Yên ku dewleta Îslamê têk birin û ji bo siberojek azad têkoşîn dikin, Tirkiy êrîşî wan kirin.Em yên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirin qet jî bîr nakin. Piştgiriya me ya ji bo Kurdan wê bidome.