Li Ewropa di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de ‘Erdogan’ hat protestokirin
Li gelek bajar û navendên Ewropa ji bo 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê meş û mîtîng hatin lidarxistin. Kurdistanî jî bi girseyî beşdarî pîrozbahiyan bûn.
Li gelek bajar û navendên Ewropa ji bo 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê meş û mîtîng hatin lidarxistin. Kurdistanî jî bi girseyî beşdarî pîrozbahiyan bûn.
Li bajarê Lavorno yê kantona Tîcîno ya Swîsreyê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de dagirkeriya Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hate protesto kirin.
Kurdistanî bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG/YPJ’ê beşdarî pîrozbahiya li Qada Îstasyona Locarno bûn.
Di mîtîngêde li ser navê NCDK’ê Ahmet Yaman axivî û got PKK ji roja avabûyî heta niha piştgiriya gelên cîhanê kiriye. Yaman qala sûcên dewleta Tirk ên li Efrîn û Rojava jî kir, bêdengiya NY jî şermezar kir.
MANNHEÎM
Li bajarê Elmanya Mannheîmê ji bo 1’ê Gulanê meşek hat lidarxsitin. Navenda Civaka Kurd jî bi rengê xwe beşdarî meşê bû. Di meşê de belavokên bi zimanê Elmanî yên têkildarî Efrînê hatin belavkirin û meş heta Karplatzê dom kir. Li qadê jî sazî û partiyan standa xwarinê vekirin. Çalakî bi guhdarkirina stranan bi dawî bû.
DÛÎSBÛRG
Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê bi beşdarbûna hezara kesî 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê hat pîroz kirin. Pîrozbahî li Dûîsbûrg-Hambornê destpêkir û heya Landschatsparkê domiya. Li aliyê dên polîsên Elman ji danê sibê ve derdora NCDK’ê dorpêç kirine. Polîsan dest danî li ser al û pankartên Kurdistaniyan. Tevî hemû zext û pêkanînên keyfî Kurdistanî beşdarî mîtîngê bûn û polîsên Elman teşhîr kirin.
KASSEL/GOTTîNGEN
Kuridstaniyên li bajarê Kassel û Gottîngen yên Elmanyayê dijîn bi meşekê 1’ê Gulanê pîroz kirin. Karkerên sendikayên Elman mîtîngek organîzekir, Kurdistaniyan jî standa agahdarkirinê vekirin.
MARSÎLAYA
Li bajarê Fransa Marsîlyayê bi hezaran kes ji bo 1’ê Gulanê li Qada Vîeûx Portê li hev civiyan. Kurdistaniyan jî bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG/YPJ û pankarta ‘Efrîn ne bi tenê ye’ beşdarî pîrozbahiyan bûn. Meş li pêşiya avahiya walitiyê bi dawî bû.
TORÎNO
Li bajarê Torîno yê Îtalyayê 1’ê Gulanê li Qada Pîazza Castello yê hat pîroz kirin. Bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn û di mîtîngê de komkujî û pêkanînên qirkirina siyasî yên Erodgan hat şermezar kirin.
GRAZ
Li bajarê Graz ê Avûstûryayê Kurdistanî û dostên wan ên Avûstûryayî li Sûdtîrolerplatazê li hev civiyan û 1’ê Gulanê pîroz kirin. Pîrozbahî bi pêşengiya NCDK-Eîsenetorê pêk hat, Kurdistanî, rêxistrinên çepgir, KOP, sendîkayan û nûnerên LGBT’yî beşdarî pîrozbahiyan bûn.
Endamê Meclîsa KOP a Grazê Elke Kahr û li ser navê NCDK’ê welaparêzekê axaftin kir. Di axaftinan de dagirkeriya dewleta Tirk hat şermezarkirin û li dijî dagirkeriyê banga boykotê hate kirin.
TÎROL
Li eyaleta Tîrol a Avûstûryayê Kurdistanî, komên çepgir ên Tirkiyeyê û Avûstûryayiyan 1’ê Gulanê pîroz kir. Gel li pêşiya Parlamentoya Eyaleta Tîrol li hev civiyan û li Cadeya Muze û Înssbûrckê heta gara trenê meşiyan.
LÎNZ
Li bajarê Lînz ê Avûstûryayê bi beşdarbûna gelek sazî û Kurdistaniyan 1’ê Gulanê hat pîroz kirin. Navê saziyên ku beşdarî pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya li Şanoya Muzikê ya Lînzê wiha ye; NCDK, Rêxistina Jinan a Amarayê, Lînz Partîzan, Ciwanên Komunîst ên Avûstûryayê, Partiya Sosyalîst a Avûstûryayê, ATÎGF, ADHK, Navneda Çanda Ûmût, ATÎK, Komeleya Çanda Mezopotamya Wels, KSV Lînz, KOMÎentern, Partiya Karker a Avûstûryayê, Stahlstadt gegen Faschismus.
Meş heya navenda herî qerebalix a bajar Haûptplatzê dom kir, li ser navê Yekîtiya Hêza Demokratîk axaftin hate kirin.