Li 20 kantonên Swîsreyê, koçber, karker, kedkar û Swîsreyî li 50 navendan li hev civiyan û 1’ê Gulanê pîroz kirin. Pîrozbahiya herî mezin li Zurîh û Cenevreyê pêk hat, Kurdistanî û rêxistinên Tirkiyeyî ruhê berxwedanê ya Têkoşîna Azadiya Kurd derxistî holê silav kirin, rejîma faşîst a AKP-MHP’ê hat şermezar kirin.
ZURÎH
Weke her sal îsal jî yek ji navenda giştî ya pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bajarê Zurîh bû. Ji danê sibê ve zêdetirî 10 hezaran kes li Helvetîaplatzê li hev civiyan û heya herêma ku standa 1’ê Gulanê hatibû avakirin meşiyan.
Rêxistinên Kurdistan û Tirkiyeyî jî bi rengê xwe beşdarî meşê bûn û bi dirûşmeyên pêkanînên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê protesto kirin. Di meşê de berxwedana Efrîn û Rojava hate silav kirin û peyama piştgirîdayÎna gelê Kurd re hate dayîn. Di meşê de bal hate kişandin li ser ruhê Têkoşîna Azadiya Kurd ya ji bo mirovahiyê derxistî holê.
CENEVRE
Dîsa li Cenevreyê bi hezaran karker û kedkar li hev civiyan û bi meşeke bi heybet 1’ê Gulanê pîroz kirin. Ji her beşên civakê û rêxistinên gelan bi rengê xwe beşdarî meşê bûn û daxwaz hate kirin ku newekheviya mûçe ya di navbera jin û zilam de were rakirin.
Kurdistanî û dostên wan bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, YPG/YPJ’ê beşdarbû meşê bûn, berxwedana Efrîn û Rojava silav kirin. Kurdistanî û dostên wan gotin ku divê di qada navnetewî de piştgiriya bi gelê Kurd re zêdetir bibe.
Di meşê de ciwanên anarşît û derdorên alternatîf bal kişandin li ser xwe. Ciwanan bi pankarta ‘Ne dewlet, ne sîstem, ne rêveberî bijî têkoşîna gelan û anarşîzim’ beşdarî meşê bûn û peyama ‘Li dijî kapîtalîzmê jiyaneke alternatîf mumkun e.” dan.
WINTERTHUR
Navnîşana din a pîrozbahiya 1’ê Gulanê bajarê Winterthur a Siwîsreyê bû. 1’ê Gulanê li vêderê bi lidarxistina meşekê hat pîrozkirin. Di meşa li vêderê de jî pêşeng Kurdistanî û dostên wan bûn.
Komên çep û anarşîst ên Siwîsreyî ku bi alên YPJ, YPG’ê tevlî meşê bûyîn, ji bo peyama piştgirî ji bo Rojava û Efrîna di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de û bi armanca bal kişandina ser berxwedana Efrînê tangek a Tirkiye temsîl dike a ku alên YPG’ê pêve hilawistî şewîtandin.
Dîsa li Bern, Basel û li gelek bajaran aktîvîteyên 1’ê Gulanê de berxwedana li Rojava û Kurdistanê hat silav kirin û rejîma faşîst a Erdogan û hevkarên wî hatin lehnet kirin.