Li Erzîromê karkerên Kurd li êrişa nijadperestan rast hatin

Li Erzîromê karkerên Kurd li êrişa nijadperestan rast hatin

Li navçeya Erzîrom Îd‘ê, 2 karkerên li muzîka Kurdî guhdarî dikirin, li êrişa komeke nijadperest rast hatin.

2 karkerên Kurd ên ji Amedê ji bo kar çûn navçeya Erzîrom Îd’ê, êvara Înê gava li parqê li muzîka Kurdî guhdarî kirin, li êrişa komeke nijadperest rast hatin.

Serokê rêxistina BDP’ê ya bajarê Erzîromê Riza Guler der heqê mijarê de agahî da û got, „Ji Amedê 21 karker ji bo li karê daristanê bixebitin hatin navçeya Îd’ê. Ji vana 2 welatî doh êvarê gava li parqê li muzîka Kurdî guhdarî dikirin, komeke ku xwe weke ulkuciyan dan naskirin xwe nêzî wan kir. Koma nijadperest ji ciwanan re gotiye, ‚ev der ne Amed e ne jî Qendîl e, ev der hêlîna nijadperestan e, hûn çima li muzîka Kurdî guhdarî dikin.‘ Nijadperest piştî heqaretan êrişî ciwanan kirin. Herdu ciwan ji nava lepên koma ji 15 nijadperestan xwe rizgarkirin û avêtin hewara lojmanên Kargeha Daristanê.“

Guler da xuyakirin, ku hînê ji koma nijadperest li dora lojmanan digerin û got, „Bûyera doh êvarê destpê kir, hînê dewam dike. Mexdûrên êrişê li lojmana xwe avêtinê, asê mane. Polês jî ji bo pêşî li bûyeran bigire, li pêşiya lojmanê nobedê digire. Welatiyên mexdûr li benda wesaîtê ne, wê navçeyê biterikînin.“

Hat ragihandin, ku 21 karkerên Kurd ên pirraniya wan ji jin û zarokan pêk tê, hatine pêşiya lojmanan û li benda wesaîtan e da ku navçeyê biterikînin.