Li Ermenîstanê mîtînga ji bo Efrînê

Ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û piştgiriya ji bo berxwedana Efrînê, Kurdên li Ermenîstanê li gundê Dêrika Elegezê mîtîngek li dar xistin.

Ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û piştgiriya ji bo berxwedana Efrînê, Kurdên li Ermenîstanê li gundê Dêrika Elegezê mîtîngek li dar xistin.

Çalakgeran alên YPG, YPJ, YBŞ, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî Serok Serok Apo", "Bijî YPG û YPJ" qîriyan.

Ji Kurdistan Komîteyê Medya Garzan li vir axivî û bal kişand ser tifaqa Tirkan û Rûsyayê û got, "Ev yek xiyaneta li hemberî gelê Rojava û Efrînê ye. Bila dewleta Rûsyayêz anibe ku w3e Rojava û gelê Efrînê bi hêza xwe bi ser bikeve."

Garzan destnîşan kir ku Kurdên li Ermenîstanê heta dawiyê bi gelê Efrînê re ye û dewleta Tirk bi tundî şermezar kir.

Mîtîng bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê" qediya.