Li Ermenîstanê ji bo Efrînê çalakî
Li Ermenîstanê sazî û rêxistinên Kurda hewldana dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kirin.
Li Ermenîstanê sazî û rêxistinên Kurda hewldana dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kirin.
i Ermenîstanê sazî û rêxistinên Kurda hewldana dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de Parlamenterê Kurd û Serokê Yekîtiya Kurdên Ermenîstanê Kinyasê Hasanov û Seroka Komîteya Kurdistanê Jînîka Qadir û Endamê Mecllîsa Şengalê Sîlo Durboyan axivîn û êrîşkariya dagirker a dewleta Tirk şermezar kirin.
Hasanov di serî de bêdengiya Rûsya û Amerîkayê, bêdengiya hêzên navdewletî ya bara hewldanda dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê şermezar kir û got gelê Efrînê ne tenê ye, hemû Kurd bi gelê Efrînê re ye û divê hemû Kurd xwedî li Efrînê xwedî derkevin.
Jinîka Qadir jî di axaftina xwe de dewleta Tirk û Erdogan şermezar kir û got hemû Kurd bi Efrînê re ne.
Endamê Meclîsa Şengalê Sîlo Durboyan jî got, çawa ku DAÎŞ û hevalbenda wê dewleta Tirk li Kobanê têk çû dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê jî wê têk biçin. Durboyan her wiha Rûsya û Amerîka jî şermezar kir û got ev du roj in balafirên NATO’yê li Efrînê dixin.
Durboyan herî dawî bang li Kurdên Ermenîstanê kir ku ji bo Efrînê, li dijî hewldana dagirkeriya Tirk rabin ser piyan.