Li Elmanyayê bi hezaran kes li dijî zêdebûna kirê meşiyan
Di serî de paytext Berlîn li gelek bajaran li dijî zêdebûna kirê bi hezaran kes meşiyan.
Di serî de paytext Berlîn li gelek bajaran li dijî zêdebûna kirê bi hezaran kes meşiyan.
Li paytexta Elmanya Berlînê, roja Şemiyê bi hezaran kes ji Alexanderplatzê heta Kreuzbergê meşiyan. Organîzatoran bang kirin, ji bo Şaredariya Berlînê şîrketên avahiyan ên bi hezaran avahiyên wan hene bike malê cemaweriyê, referandûm bê kirin.
Li bajarên Munchen, Koln, Frankfurt, Gottingen, Freiburg, Stuttgart û Mannheimê jî çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
LI BERLÎNÊ KIRÊ DI NAVA DEH SALAN DE BI DU QATAN ZÊDE BÛ
Li Berlînê di nava deh salên dawî de buhayê kirê bi du qatan zêde bû. Şêniyên bajêr zêdeyî nîvê hatineya xwe didin kirê. Tê gotin, 80 ji sedî yê şêniyên Berlînê di xaniyên kirê de ne. Ev pirsgirêk ne tenê li Berlînê heye, li gelemperiya Ewropayê heye. Li gorî çalakgeran, komên Deutsche Wohnen û Vonovia bi hezaran avahî li Berlînê kirîn û dan kirê. Sala 2018'an şîrketa Vonoviayê bi qasî 4.2 ji sedî buhayê kirê zêde kir. nêzî 350 hezar avahî di destê vê şîrketê de hene.