Li Elmanyayê 124 Îslamîstên tundrew serbest in

Li gorî polîsên Elman, 124 kes hene ku mîna êrişa meha derbasbûyî ya li Dresdenê dikarin êrişên bi heman rengî bikin.

Ofîsa Polîsê Krîmînal ê Federal ê BKA'yê bersiv da pirsa Partiya Keskan a li meclîsê û ragihand ku li Elmanyayê niha 124 Îslamîstên 'bi rîska bilind' hene. Ofîsê ragihand ku 151 kes jî di asta 'rîska navîn' de ne.

Li gorî nûçeya rojnameya Dîe Welt, polîs di wê baweriyê de ne ku Îslamîstên navborî êrişên tundiyê jî di nav de dikarin sûcên ji bo armanca siyasî bikin.

Piştî êrişa bi kêrê ya meha derbasbûyî ya li Dresdenê, nîqaşên li ser şopandina olperestên tundrew ên li welêt zêde bû. Êrişkarê Sûriyeyî ku li Dresdenê kesek kuşt û yek jî birîndar kir, p^nc roj beriya ji girtîgehê derkeve di asta 'gefê' de hatibû pênasekirin.

Hikumeta Elman dibêje ku 240 olperestên tundrew tê şopandin ku xwedî gefeke potansiyel in.

Ji van kesan 135 xwedî welatîbûna Elman e, 41 Sûriyeyî, 17 Rûs, 7 Iraqî û 7 jî Tirk in.

Di raporê de hate ragihandin ku Îslamîstên dixwazin biçin 'herêmeke cîhadîst' di asta 'rîska potansiyel a mezin' de ne.